Hevşaredarê Bajarê Sêrtê Tûncer Bakirhan, ji ber lêpirsîna Serzogeriya Komarê ya Tirk a li Sêrtê, roja 16'ê Mijdarê hatibû girtin. Gilînameya li dijî Bakirhan hatiye amadekirin qediya û ji aliyê 1. Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê ve hat qebûlkirin, Dozgeriya Tirk, bi îdîaya ku di navbera salên 2014-2016'an de 18 caran propaganda rêxistinê kiriye, 2 caran 'li ber qanûna civîn, xwepêşandan û meşê rabûye' û 'endamê rêxistinê ye' bi 114 salan cezayê girtîgehê were cezakirin. Her wiha merasîmên cenaze yên Bakirhan lê amade bû û dayîna wesayîta cenaze ya şaredariyê ji bo rakirina cenazeyan, weke sûc hatin nîşandan.
Bakirhan da xuyakirin, ku ew tevlî bi hezaran merasîmên cenaze bûye, bêyî cihêkariyê bike.