Dozger xwest ceza li Encu û sê kesên din were birîn

Dozger xwest ku Velî Encu yê ku di qetlîama Roboskiyê de xizmên wî hatibûn qetilkirin û Hevşaredarê berê Mehmet Demîr jî di nav de ceza li 4 kesan were birîn.

Velî Encu yê ku qetlîama Roboskiyê de birayê wî Serhat û gelek xizmên wî hatibûn qetilkirin, Hevşaredarê berê yê Dêrgulê Mehmet Demîr jî di nav de doz li Salîh Kerçîn, Mazlûm Guzel û Şehmûs Kerçîn hatibû vekirin. Rûniştina sêyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Şirnexê hate kirin.

Di rûniştina dozê de hate xwestin ku Mehmet Demîr û Mazlûm Guzel ji ber ‘endamtiya rêxistinê’ û Velî Encu û Şehmûs Kerçîn jî bi ‘teşebbusa alîkariyê’ ceza li wan were birîn.

Parêzeran li hemberî mutaalayê dem xwestin.

Dadgehê ev daxwaz qebûl kir, biryar da ku bila halê girtîbûnê were domandin û rûniştin taloqî 30’ê Çileyê kir.