Doza Nisêbînê: Xweseriya demokratîk yekîtiyê pêk tîne

Îbrahîm Toktaş îro di rûniştina Doza Nisêbînê de axivî û diyar kir ku xweseriya demokratîk yekîtiyê ji xwe re dike armanc.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî êrîşên qirker û berxwedana xwerêveberiyê doza li ser 50 kesên ku di 26’ê Gulana 2016’an de piştî ku hatibûn tehliyekirin dîsa hatibûn girtin, rûniştina wê îro jî domiya.

KURD JI BO AQÛBETA XWE BÛN HÊZ

Îbrahîm Toktaş ê ku parastina wî duh di nîvî de mabû, îro parastina xwe dîsa domand. Toktaş di parastina xwe de qala xweseriya demokratîk kir.

Toktaş diyar kir ku li gelek derên cîhanê xweserî di meriyetê de ye û got, “Kurd di warên çandî, îdeolojîk û leşkerî de bûne hêz.

Toktaş, di dûmahîka parastina xwe de got ku “Kevir ji cihên wan tên lîstîn û li dijî vê yekê jî lêgerîna civakek polîtîk û bi exlaq ji nû ve ava bûye. Ev yek jî projeya xweseriya demokratîk e. Kurdên ku dest û çiyayên wan hatin şewitandin û dagirkirin, îro dibêjin em jî hene. Xweseriya demokratîk tekperestiyê qebûl nake û mîna mirin û tunekirin dibîne. Xweseriya demokratîk gerdûnî ye. Li hemû deverê hewl dide civakê li dijî dewletê bi hêz bike û girîngiyê dide vê yekê. Cihê ku lê dewlet hebe, divê li wê derê ji bo gel xwe biparêze xweseriya demokratîk hebe. Xweseriya demokratîk dibe ku bi gelê Kurd re ket rojevê, lê bingeha xwe ji civakbûyînê digire. Xweseriya demokratîk hemû civak e. Lê di meseleya Kurdan de, nêzîkatiyên şaş hene.”

‘JI BO MIROVAYETIYÊ ŞERM E LÊ JI BO KURDAN RÛMET E’

Toktaş, da zanîn ku gelê Kurd di sedsala 21’emîn de hewl dide hebûna xwe îspat bike û wiha got: “Ev ji bo hemû mirovahiyê mijara şermê ye, lê ji bo gelê Kurd têkoşîna rûmetê ye. Ji bo pirsgirêk bên çareser kirin, pêdivî bi qanûna bingehîn a demokratîk heye. Ji bo ku pirsgirêka gelê Kurd bê çareserkirin, divê hişmendiyeke demokratîk hebe.”

DIVÊ ZIMANÊ ZIKMAKÎ LI HER DERÊ TÊKEVE MERIYETÊ

Toktaş, bal kişand ser zextên li ser zimanê Kurdî û wiha domand: “Divê zimanê dayîkê bê fermî kirin û bikeve bin ewlekariyê. Divê di her qadên jiyanê de bi zimanê Kurdî bê axaftin û nivîsandin. Ev mafê Kurdan a herî xwezayî ye. Divê şert û mercên azadiya çanda Kurdan bên sererastkirin.”

XWEPARASTIN NE BI TENÊ DI WARÊ LEŞKERÎ DE YE

Toktaş, li ser Konfederalîzma demokratîk jî axivî û wiha pê de çû: “Xweseriya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk ji hev ne cuda ne. Di xwazayê de jî parastina cewherî heye. Mirov dikare li ser zindiyan bi sedan mînakên vê yekê bide. Di civakên qilan û qebîleyan de jî mirov dikare asta parastina cewherî ya dîrokî bibîne. Parastina cewherî tenê ne rêxistinbûyîna leşkerî ye. Di her warî de tê wateya xwe birêxistin kirinê. Hêza YPS’ê hêza parastina rewa ye û hêza parastina cewherî ye.”