Doza Nisêbînê: Dewlet krîzan ava dike, xweserî jî azadiyê tîne

Bersûcên doza Nisêbînê bal kişandin ser vî tiştî ku gelê Kurd ji bo azadiyê têdikoşin. Di rûniştinê de xwedî li xweseriya demokratîk hate derketin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî êrîşên qirker û berxwedana xwerêveberiyê doza li ser 50 kesên ku di 26’ê Gulana 2016’an de piştî ku hatibûn tehliyekirin, rûniştina wê ya duyemîn hate kirin.

‘GELÊ KURD NIRXÊN AZADÎXWAZ DIPARÊZE’

Nûrûllah Akyuz ê girtî parastina xwe wisa kir “Nirxên gelê Kurd ên xwezayî, wekhev, ekolojîk îro jî didome. Vê çanda gelê Kurd, çandeke kûr e.”

Akyuz got ku, “Gelê Kurd berê xwe dide çiyayan û têkoşîna xwe ya azadiyê didomîne. Îro çawa ku di têkoşîna Rojava de berxwedan heye, ewqasî jî dîrok tê de heye.”

Akyuz diyar kir ku parastina wî ya bi Kurdî baş nayê wergerandin û xwest wergêr were guhertin. Dadgehê ev daxwaz qebûl nekir û xwest parêzer wergêr bibîne. Li ser vê biryarê Akyuz navber da parastina xwe.

Rûniştin bi parastina bi Kurdî ya bersûca girtî Medya Çinar domiya. Çinar di parastina xwe de qala zext û pêkutiyên demê berê kir û got, “Heke li hemberî wî tiştî têkoşîn nehata kirin ew ê îro li vê derê jî heman tişt pêk bihata.” Çinar qala êşkenceya piştî tehliyebûnê kir û diyar kir ku bi darê zorê û bi êşkenceyê îfadeya wê hatiye stendin.

‘POLÎSAN ÎFADEYEKE DEREWÎN AMADE KIRIN’

Piştî ku bersûcên din jî diyar kirin ew ê bi Kurdî xwe biparêzin, navber hate dayîn.

Piştî navberê bersûc Îbrahîm Toktaş diyar kir ku êşkence li wî hatiye kirin û got, “Êşkencekaran zewq ji êşkenceyê distendin. Bi darê zorê îfadeya min hate stendin. Ya ku polîs amade kiriye, îfadeyeke derewîn e.

‘JI BO WEKHEVÎ Û AZADIYÊ XWESERIYA DEMOKRATÎK…’

Toktaş bal kişand ser xweseriya demokratîk û got, “Xweseriya demokratîk tê wateya ku civak bi siyaseteke nû were ba hev. Xweseriya demokratîk li hemberî desthilatdarî, înkar û îmhayê wekhevî û azadiyê ji xwe re dike esas.”

Rûniştina dozê taloqî sibê hate kirin.