Doza Medenî Yildirim: Kujer tên parastin

Rûniştina li ser doza qetilkirina Medenî Yildirim pêk hat. Yildirim sala 2013'an li Licê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû qetilkirin.

Li gundê Hêzanê yê navçeya Licê ya Amedê, 28'ê Hezîrana 2013'an ji bo şermezarkirina çêkirina kalekolê xwepêşandanek hatibû kirin, lê belê leşkerên Tirk gule li girseya gel reşandibûn û di encamê de ciwanê bi navê Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû. 

Doza li ser kuştina Yildirim, ku leşker Adem Çîftçî lê tê darizandin, bi rûniştina îro dewam kir. Çîftçî bi daxwaza cezakirina bi 18 salan tê darizandin. Rûniştina 5'an a dozê li 7. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Bersûc Çîftçî tevlî rûniştinê nebû. Dayika Yildirim Fahriye Yildirim, ferdên malbatê û parêzer tevlî bûn. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Mûsa Farisogûllari jî doz şopandin.

DAYIK YILDIRIM: BILA DU FERMANDAR BÊN CEZAKIRIN

Dayika Yildirim Fahriye Yildirim daxwaza xwe ya beriya niha dubare kir û xwest, du fermandarên fermana gulereşandinê dane ku di rapora pispor de hatiye eşkerekirin, bê cezakirin.

Parêzera malbata Yildirim Reyhan Yalçindag jî diyar kir, piştî 5 sal û nîvan wan ancax xwe gihandine delîlên eslî û got, "Kujer tên parastin. Çi li qereqola Licê be çi jî li deverên din be, eger fermandar fermanê nede, leşker nikarin çekê bi kar bînin."

Yalçindag bi bîr xist ku Adem Çîftçî tê darizandin, lê belê di rapora pispor de tê gotin, gule ji du cihên cuda ve hatine reşandin. Yalçindag diyar kir, di dema bûyerê de bi sedan leşkerî çek bi kar anîne, lê belê bi çavê gumanbar li kesî nehatiye guhdarîkirin.

Ji parêzerên malbatê Mehmet Emîn Aktar jî bal kişand ser raporê û got, delîl hatine windakirin.

Aktar diyar kir, berpirsyarên rasteqîn ên bûyerê du fermandar in û xwest her du fermandar bên darizandin.

GOTINA DAYIKA YILDIRIM BIRÎN

Dayika Yildirim jî got, "5 sal û 8 meh e, bi sebir li bendê me ku kujer bên cezakirin. Destê xwe deynin ser wijdanê xwe." Serokê dadgehê jî got, "Parêzerên we li ser dixebitin, bi dosyayê zanin" û gotina dayika Yildirim birî.

RÛNIŞTINA DOZÊ TALOQ KIR

Heyeta dadgehê biryar da ku li aqûbeta giliyê beriya niha li kiryarên rastî hatiye kirin, bê pirsîn. Rûniştina dozê jî ji bo 16'ê Gulanê taloq kir.