Doza Kurkut ê polîsan ew qetil kir bê ku pêk were, taloq kirin

Bê ku rûniştina doza têkildarî Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, pêk were hate taloqkirin.

Li ser qetilkirina xwedekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê 21’ê Adara 2017’an li Newroza Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin 3 sal derbas bû. Bê ku rûniştina doza têkildarî kuştina Kurkut a ji aliyê polîs Yakûp Ş. a bi ‘bi zanabûn kuştinê’ li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihate darezandin pêk bê, hate taloqkirin.

Rûniştina ku li bendê bû 24’ê Adarê bê pêk anîn, ji ber  vîrûsa Korona li ser tedbîrên ji aliyê Edliyeya Amedê ve hatin girtin taloqî 16’ê Hezîranê hate kirin.