Doz li Yadê Şenyaşar vekirin

Bi hinceta heqareta li wekîlê AKP'ê Ibrahîm Halîl Yidiz doz li Yadê Şenyaşar vekirin, ku wekîlê AKP'ê hevser û zaroyên Yadê Şenyaşar dabû kuştin.

Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Riyahê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14'ê hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê bi ser dikana malbata Şenyaşar de girtibûn û hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar kuştibûn. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li dijî vê zilma ku li wan hat kirin di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 376'an de berdewam dike. Ji ber ku îro dawiya heftê ye û edliye girtî ye nobeda xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, doznameya ku bi angaşta di axaftinên xwe de "heqaret" li Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye derbarê Emîne Şenyaşar de amade kir ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Rihayê ve hat qebûlkirin. Aftinên Emîne Şenyaşar ên di sala 2021'an de derbarê Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de kiriye weke "heqaret" di doznameyê de cih girtin. Dozger, di doznameyê de diyar kiriye ku her çiqas nav nede jî Emîne Şenyaşar gotin ji Yildiz re gotiye û di hewşa edliyeyê de bi awayekî vekirî "Li dijî peywirdarên cemaweriyê sûcê heqaretê" kiriye û xwest ku Emîne Şenyaşar bê cezakirin. 
 
Danişîna yekemîn a dozê di mehên pêş de bê dîtin. 
 
Heta niha ji ber Nobeda Edaletê 14 lêpirsîn derbarê Emîne Şenyaşar de hatine destpêkirin. Ji van lêpirsînan 2 jê hatine yekkirin û bi wan doz li Emîne Şenyaşar hatiye vekirin. Ev doz hê didome. Di dozekê de jî 265 roj cezayê perê edlî li Emîne Şenyaşar hat birîn. Bi vê doza niha re bi giştî 4 doz li Emîne Şenyaşar hatine vekirin.