Dostê Kurd Dîno Frîsûllo li Romayê hate bîranîn

Dostê Kurd ê Îtalî Dîno Frîsûllo li Romayê li ser gora xwe hate bîranîn.

Dîno Frîsûllo di 5'ê Hezîrana 2003'an de ji ber kanserê jiyana xwe ji dest dabû.

Frîsûllo li Romayê li ser gora xwe ji aliyê Kurdan, malbat û dostên xwe ve hate bîranîn. Di bîranînê de daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku gelê Kurd bi têkoşînê xwedî li bîranîna Frîsûllo derdikeve.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku ji ber komploya navneteweyî sala 1998'an hate Îtalyayê, Frîsûllo li gel Kurdan bû û gelekî hewl dabû.

Frîsûllo sala 1996'an cihê xwe di nava heyeta Trena Aştiyê de girtibû, li Amedê hatibû girtin, şeş mehan girtî mabû. Frîsûllo di nava wê demê de hînî Kurdî bûbû.

Frîsûllo yek ji damezrînerên Komeleya Çanda Kurd a Ararat a li Romayê bû kus ala 2002'an ava bû û serokê destpêkê yê komeleyê bû.