Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Dor li bajarokê Suwediye hat girtin: Şer lê giran e

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de bi pêş ve diçin, xwe gihandin bajarokê Suwediye ya Mezin. Li pêşiya vî bajarokî şerekî giran diqewime.

Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê di roja 42. de ye. Şervanan danê vê sibehê xwe gihandin bajarokê Suwediye ya Mezin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, piştî ku şervanan dor li vî bajarokî girtin, li pêşiya bajarok di navbera çeteyên DAIŞ'ê û şervanan de şerekî dijwar dest pê kir. Şer hê jî dewam dike.

Bajarokê Suwediye ya Mezin, ji bo êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî veguhestina hêzên nû ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve weke navendekê tê bikaranîn.