Engîn: Dixwazin Kurdan tine bikin

Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Qasim Engîn êrîşên li ser Efrînê ji radyoya Dengê Welat re nirxand.

Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Qasim Engîn got ku desthilatdariya AKP-MHP xwedî hişmendiya Îttîhat Terakî û Tirkperestiyê ye. Engîn da diyarkirin ku li dijî Kurdan eniyek hatiye avakirin û dixwazin Kurdan tine bikin. Pêwîst e Kurd vê bibînin û yekîtiya xwe xurt bikin.

WÊ HEMÛ PLANÊN WAN TÊK BIÇIN

Engîn helwesta Rûsya û Amerîkayê rexne kir û wiha berdewam kir. “Wê ji vê siyasetê gelê Suriyeyê sûdmend nebe. Vê siyaseta wan rê li ber mirin, koçberî û talanê vedike. Dibe ku bixwazin bi vê riyê xwestekên xwe bi Kurdan bidin qebûlkirin, lê wê Kurd bi sekna heybet a Kobanê hemû planên wan têk bibin û hewce bike ew ê berdelên giran jî bidin.”

GELO BI 72 BALEFIRAN KÊ ÊRÎŞ KIR?

 Engîn axaftina xwe wisa berdewam kir “Gelo yên ku bi 72 balefiran êrîş kirin, kî bûn? Bêguman wê QSD, YPG û YPJ bi gelê xwe re di asta herî jor de li hemberî dagirkeriyê şer bike û heta ku dawiyê li dagirkerî û êrîşan bîne, wê li ber xwe bide.

Dagirkerî wê bixwaze berxwedana mezin a gelê Kurd, qetlîaman bi derewên xwe veşêre, wê bixwaze morala gelê Kurd û şervanan bişkîne. Sed sal in Komara Tirkiyeyê dagirkerî, talan, qirkirina xwe bi derewan bi rê ve dibe. Me ev tişt li Dersimê di şexsê Seyîd Riza de dît, di şexsê, Şêx Seîdan de dît, li serhildana Agiriyê dît. Di warê berevajîkirina bûyeran de ev desthilatdarî pir mahîr e.

Ger tu li gorî dewleta dagirker biçî Efrîn ketiye, ber bi Minbîçê ve diçin. Rojane hezaran derewan dikin, ger encamê xwe nebin, asta şerê taybet, derewên xwe hîn zêdetir dikin. Ola Îslamê, ayetên ji bo aştiyê hatine, berevajî dikin û ji bo dagirkeriya xwe bi kar tînin. Rûxmê wê di Îslamiyetê de tişta herî zêde ku tê lanetkirin derew e.”

BI YEKÎTIYÊ EM BERSIVÊ BIDIN DAGIRKERIYÊ

Engîn qala girîngiya yekîtiya Kurdan kir û wiha pê de çû, “Me di demeke nêzik de Kerkûk ji dest da, li ser hebûna Kurdan êrîş heye. Tişta ku li Kobanê dihate armanckirin ew bû, îro jî em wê li Efrînê dibînin. Tifaqa dijKurd di dewrê de ye. Pêwîst e Kurd jî bi yekîtiya netewî bersiva dagirkeriyê bidin. Îro êrîşa li ser Efrînê û berxwedanî, bingeha yekîtiya Kurdan û tifaqa Kurdan ava kiriye. Wê Efrîn hemû Kurdan bike yek, em ji niha ve nîşaneyên yekîtiyê, têkşikandina êrîşên dagirkeriyê, rûxandina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dibînin.”