‘Divê li dijî tecrîdê çalakiyên hîn radîkaltir bên meşandin‘

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Filîz Bûdak bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha got: “Rêber Apo hebûna me ye û divê em li hebûna xwe xwedî derkevin.”

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Filîz Bûdak derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî û xebatên di çarçoveya “Pêngava Dem Dema Azadiyê ye“, salvegera komploya 9’ê Cotmehê ku destpêkirina komploya mezin e, di 26 saliya tecrîd û esareta Rêberê Gelê Kurd de erk û berpirsiyariyên gel, bi taybetî jin û ciwanan di pêşxistina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û gelek mijarên din ji ajansa me re axivî.

Bûdak di destpêka axaftina xwe diyar kir ev 25 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran û mutlaq, pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de tê ragirtin û wiha got: “Di rewşa heyî de bi Rêber Apo re netew û gelek tê tecrîdkirin, bi îşkence, qirkirin û îmhayê re rûbirû ye. Ev 2-3 sal in ku pêngava ‘Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye‘, ji aliyê gelê Kurd û dostên wê hatiye destpêkirin. Li ser vê bingehê li Mexmûr, tevahî Kurdistanê û seranserê Ewropayê çalakiyên cûr bi cûr hatin kirin. Dostên Kurdan jî bi taybetî weke sendîkayên karkeran zêdetir girêdayî partiya ku Rêber Apo rêbertiya wê dike weke Partiya Karkeran (PKK), bi giştî karker, karmend û kedkar û civak zêdetir xwedî li Rêber Apo derdikevin. Bi taybetî ew sendîkayên karkeran ên li Îngîlistanê ku xwedî li Rêber Apo derdikevin di vê çarçoveyê de ne. Li ser vê yekê bi taybetî li Mexmûr, Rojavayê Kurdistan û bi giştî li Kurdistanê çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin. Ew çalakiyane weke rêzeçalakiyên ku hevdu temam bikin, da ku bikare bi awayeke domdar tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê di rojevê de were girtin û were nîşan dan û bidin fêmkirin bê ka azadiya Rêber Apo bûyereke çiqasê pêwîst û girîng e. Di vê çarçoveyê de çalakî hatin lidarxistin.”

ÇALAKÎ DIDOM IN

Bûdak destnîşan kir ku îsal di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de li Mexmûrê di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye“, de çalakiya nobetê hat destpêkirin û wiha pê de çû: “Ev çalakî piştre veguherî çalakiya nobetê ya hatî lidarxistin, di vê çarçoveyê de ji bo berdewamkirina wan çalakiyan pêngav li ser pêngavê hatin destpêkirin. Çalakiya Rojiya Birçîbûnê ku heta astekê hatibû di meha Tîrmeha 2023’yan de veguherî çalakiya nobeta azadiyê ku li Mexmûrê berdewam dike. Ev çalakî ji aliyê sazî û dezgeh û gelê wargehê bi giştî, her 5 rojan carekê bi dorvegerî tê rêvebirin û didome. Û em dikarin bêjin ku ew çalakî heta astekê di raya giştî de deng veda, bi taybetî li ser aliyên Kurdistanê bandoreke xwe daye çêkirin. Bi vê yekê ve girêdayî jixwe li Rojavayê Kurdistanê konên nobetê hatin vedan, li Ewropayê çalakiyên cuda hatin destpêkirin. Mirov dikare bêje ku di vir de Mexmûrê heta astekê pêşengiya çalakiyan bi taybetî dema mijar Rêbertî be kiriye.”

50 SAL IN BERDÊL TÊN DAYÎN

Bûdak anî ziman ku sedemên lidarxistina wan çalakiyan ew e ku li dora Rêber kom bibin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku di vir de em zelal in, hebûna Rêber Apo hebûna me ye. Me bi Rêber Apo re me xwe nas kir, bi Rêber Apo re em ketin ferqa hebûna xwe û me xwebûna xwe jiyan. Mirov dikare bêje ku cara yekem e ku gelê Kurd bi awayeke demdirêj bi qasî 50 salan di bin rêbertiya Rêberekî de ji bo nasnameya xwe şer dike, hewl dide bi ziman û çanda xwe bijî. Lewre berdêl çiqasî giran dibe bila bibe, tevî ku 50 sal in berdêl tên dayîn jî, lê wexta ku mirov tama azadiyê girtibe, ango mirov dema hîs bike ku ayîdê xwe be çiqasê di ruh, wijdan û exlaq de rehet û ayîdê xwe be, hemû berdêlan digire berçavan. Ji ber wê ye ku îro şerê li Kurdistanê tê kirin, çiqasê giran be jî di vî şerî de cih digire û têkoşîneke mezin û di cih de pêk tîne. Ew hemû li ser bingehê xeta ku Rêber Apo dayî avakirin e. Di wateyek din de mirov dikare bêje ku Kurdên ku Rêber Apo dayî avakirin e.”

‘XWE NASKIRIN BI RÊBER APO RE PÊK HATIYE‘

Di berdewamiya axaftina xwe de Fîlîz Bûdak bi lêv kir ku Kurdên beriya wê ne ayîdê xwe bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibe ku di aliyê fîzîkî û netew de Kurd e, lê weke ruh, mejî û çand êdî ji hebûna wê dihate derxistin. Kurdên ku Rêber Apo dayî avakirin, îro dikarin bêjin ku Kurdên heq e, Kurdên ku xwedî li hebûn û rûmeta xwe derdikeve ye. Lewma îro ku hemû gelê Kurd li dora Îmraliyê xelekekê dide çêkirin. Xwe naskirin bi Rêber Apo re pêk hatiye, çanda xwe naskirinê jî bi heman rengî pêk hatiye. Hemû êrîşên ku li ser pêk tên, di heman demê de dibêjin êrîşên li ser hebûna me ye. Dirûşmeyên ku herî zêde ji aliyê civakê tên berzkirin, gotinên ku herî zêde mirov pêre rû bi rû tê eve; ‘azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me ye’, ‘êrîş li ser hebûn û vîna me heye.  Ev jî tê vê wateyê ku civak bi temamî Rêbertî weke vîna xwe dibîne û xwedî lê derdikeve.”

‘XWEDÎDERKETINA LI RÊBER APO XWEDÎ DERKETINA XWE YE‘

Bûdak anî ziman ku civak di şexsê Rêbertî de hatiye tecrîdkirin û wiha domand: “ Armanca me ji wan hemû çalakiyan ew e ku em hebûn û nasnameya xwe biparêzin, ji ber ku Rêber Apo ji bo me nasnameyek e. Xet, bîrdozî û di heman demê de baweriyeke ji bo me; her wiha dema ev hemû taybetmendî di şexsê Rêbertî de kom dibe, vê çaxê ew dibe ew netew û nasnameya wê netewê. Xwedî derketina li Rêber Apo di esasê de xwedîderketina li xwe ye. Ango weke fîzîkî Rêber Apo be lê weke hebûn em xwedî li xwe derdikevin. Lewma têkoşîneke ewqas dijwar ya ku li Kurdistanê yê rêvebirin heye û ji ber ku têkoşîneke heqîqetê ye mirov bi rexmê hemû berdêlan gav bi paşve naavêjin. Ev rewş û helwest bi taybetî di aliyên jin û ciwanan de tê destgirtin.”

Bûdak, gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Hevaltiya kêm û dostên sexte” bibîr xist û ev tişt anî ziman: “Hêz û kesên ku bi rastî jî dibêjin em dostên Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurdistanê ne û em weke gelê Kurd ku em dibêjin em hevalbendê Rêber Apo û heman dozê ne, divê têkoşîneke hêj xurtir were birêvebirin. Çalakiyên di vê astê de werin lidarxistin. Ji ber ku êdî wana bi devrgirtina nobetê, bi destpêkirina çalakiyeke birçîbûnê nagihîje encamê. Ewane heta astekê dikarin rojev û raya giştî çêbikin, lê di heman demê de êdî çalakiyên weke boykotkirina saziyên dewletê, rawestandin û felçkirina jiyanê pêwîstiyek e. Ji ber ku xeteriya ku îro li Îmraliyê tê kirin êdî kes nikare hesabê wê bike bê ka li Îmraliyê rewş çi ye, çi tê jiyîn. Rewşa Rêbertiya me çi ye. Di heman demê de rewşa hebûna me çi ye. Lewre bi qasê ku tecrîd hatiye girankirin, pêwîste têkoşîna ku em birêve dibin jî di asta ku bikaribe wê tecrîdê bişkîne de be. Asta çalakiyên ku em lidardixin jî divê di asta ku wê tecrîdê hilweşîne de be da ku bikaribin bi Rêbertiya xwe re azad bijîn.”

PÎVANÊN XWE BINPÊ DIKIN

Bûdak di beşek din a nirxandinên xwe de got ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zagona “Mafê Hêviyê“ sûd negire, hemû binpêkirinên qanûnî pêk tîne û got: “Li hemberî dewleta Tirk çavgirtinek heye. Ji ber ku Rêber Apo di heman demê de di aliyê pergal de li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst alternatîf daye avakirin. Lewma dema mijar dibe pergal û Rêbertî, hesab û berjewendiyên hemû wan desthilatan dibin yek û di sepandina tecrîdê de hemû yek digirin. Ji ber wê jî li hemberî kiryar û îşkenceya ku li Îmraliyê tê pêkanîn, saziyekî weke CPT ku qaşo xwe bi navê saziya pêşîlêgirtina îşkenceyê pênase dike, di vê mijarê de rêgez û pîvanên exlaqiyên xwe binpê dike. Raporên ku pêşkêş dike, rastiya heyî nîşan nade, hevdîtinên ku pêk tîne bêyî ku destûra dewleta Tirk nebe nikare ji raya giştî re parve bike. Komîteya pêşîlêgirtina îşkenceyê îro îşkenceya li Îmraliyê tê kirin ji nedîtî ve tê û ev îşkence ne li ser kesekî li ser neteweyekê, gel û vînekê tê kirin. Ya herî zêde ku divê zext lê were kirin dadgeha Ewropayê ye ku bikaribe demek zûtir ji bo pêşîgirtina li îşkenceya li Îmraliyê, îşkenceya li ser gelekê bikeve nava liv û tevgerê. Herî kêm li gorî pîvanên xwe yên exlaqî tevbigere.”

‘ÇALAKIYÊN RADÎKALTIR DIVÊ‘

Bûdak derbarê kar û xebatên wargeh de ev agahî dan: “Em ber bi 9’ê Cotmehê ku destpêkirina salvegera komploya navnetewî ve diçin. Di wir de hêzên ku ji bo komployê li hev kom bûye û di plankirina wê komployê de berjewendiyên wan hev girtine, îro dîsa li ser heman maseyê bi hev re ne. Ji bo ku em bikaribin di vê çarçoveyê de têkoşînekê birêve bibin, taybet di demekê de ku 25 salên wê tecrîdê ku di asta cîhanê de mînakê wê nehatiye dîtin, diqede; mirov bikaribe hêj bêtir di asta navnetewî de û li Kurdistanê çalakiyên radîkaltir û hîn balkêştir li dar bixe. Bi taybetî çalakiyên girseyî û domdar pêş bixe. Ji ber çawa ku em dibêjin Rêber Apo hebûna me ye lewma divê em 24 saetan bi Rêbertî re bijîn. 24 saetan bi Rêbertî re bijîn ji bo şikandina tecrîdê encax bi 24 saetan têkoşîn kirin û çalakî lidarxistinê re dikare pêk bê.”