‘Divê Kurd bi dengekî hevpar derkevin pêşberî cîhanê’

Partiyên Rojhilat ên ku beşdarî komxebata yekîtiya neteweyî bûn diyar kirin ku doza Kurdan dozeke navneteweyî ye û divê hêzên Kurd bi dengekî hevpar derkevin pêşberî cîhanê.

Delegeyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Demokratên Lîberal ên Rojhilatê Kurdistanê yên ku beşdarî komxebata yekîtiya neteweyî bûn a ku KNK di 15-16’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê li dar xistibû, diyar kirin ku doza Kurdan dozeke navneteweyî ye û divê hêzên Kurd bi dengekî hevpar derkevin pêşberî cîhanê.

Endamê Dîwana Serokatiya ya PAK’ê Xelîl Nadirî diyar kir ku xebata KNK’ê ya ji bo yekîtiya neteweyî gelekî girîng e û got, “Divê destkeftiyên li Rojava û Başûr werin parastin. Rêya parastina destkeftiyan jî yekîtiya neteweyî ye. Ev tiştekî pêwist e. Em hêvîdar in ku bi beşdariya hêzên din piştî demeke gelekî kurt em ê kongreya xwe ya neteweyî li dar bixin. Divê hemû kesên ku ji xwe re dibêjin em hêzeke neteweyî ne, beşdarî vê bibe. Em hêvîdar in ku ji bo beşdariya hemû hêzan xebat zêde werin kirin.”

DIVÊ HÊZÊN ROJHILAT JÎ WERIN GEL HEV

Nadirî diyar kir ku divê hêzên Rojhilat jî werin ba hev û got, “Em dixwazin ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî xebateke taybet were kirin. Divê xebateke me  ya hevpar hebe. Em dixwazin di vî warî de KNK zêdetir bixebite.”

XWESERIYA PARÇEYAN

Berdevkê Partiya Demokratên Lîberal a Kurdistanê Mihemed Cemşîdî bal kişand ser vî tiştî ku divê gelê Kurd bi dengekî hevpar derkeve pêşberî cîhanê û got, “Gelê Kurd ji zû ve ye têdikoşe. Bi hezaran şehîdên me hene. Niha bi şertê ku em xweseriya her parçeyan li ber çavan bigirin, em dikarin yekîtiyekê çêbikin. Divê dengekî me yê hevpar hebe û em bi vî awayî dikarin dengê xwe bigihînin cîhanê.

Cemşîdî di dûmahîka axaftina xwe de got ku, “Em amade ne ku piştgiriya her gavê bikin. Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de jî hate dîtin pêdiviya me bi yekîtiyê heye. Gelê me yekîtiyê ji me dixwaze. Doza Kurdan meseleye navneteweyî ye. Ji ber vê jî divê em bi dengekî hevpar derkevin pêşberî cîhanê.”