'Divê her maleke Rojhilatê Kurdistanê çiraya Newrozê pêxe'

Endamê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PJAK’ê Diyako Kelhor got divê malên Rojhilatiyan 'tarîn nemîne' û got, ''ger nekaribin bi girseyî merasîmê lidar bixînin jî gelê Rojhilatê Kurdistanê dikarin 2-3 mal li hev kom bibin û agirê Newrozê pêbixin.''

Endamê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PJAK’ê Diyako Kelhor derheqê Newrozê axivî. 

Diyako bal kişande ser giringiya pîrozkirina Newrozê û got, ''Eger her maleke Kurd Newroz pîroz neke tê vê wateyê ku Newroz nasnameya wê nîne, tê vê wateyê ku xwedî li nasname, maf, xak û welatê xwe derneketiye. Eger her dayik, bav, xwişk û birayek li mala xwe agir pê nexe, heta ger nekaribin bi girseyî merasîmê lidar bixînin jî gelê Rojhilatê Kurdistanê dikarin 2-3 mal li hev kom bibin û agirê Newrozê pêbixin. Divê mala wan tarî nebe. Divê bibin ocaxek ji bo azadî, demokrasî û xwedî derketina li şehîdan.''

Nirxandina giştî ya Diyako wiha ye:

''Sersala nû ya Kurdî, Newroza Kurdî li hemû gelê Kurd ên her çar beşên Kurdistanê pîroz be. Newroz ruhê azadî, demokrasî, mirovatî û nasnameya hemû mirovên azadîxwaz bi taybetî gelê Kurd e. Her wiha dema Dehak bi destê Kawayê hesinkar li ser Dalaho li çemê Seravmaran hate kuştin, gelên ku di bin desthilatiya Dehak bi zilmê re rû bi rû bûn, ji ber vê yekê ku nasname û dîrokeke nû di lênûsa xwe de tomar bikin û piştewaniya Kawayê hesinkar bikin Newroz pîroz kirin. Pêxistin û geşkirina agir bûye meşaleyek ji bo azadî mirovên ji aliyê Dehak ve hatibûn bindestkirin.
 Îro ne tenê gelê Kurd, hemû gelên azadîxwaz bi pêşengiya Tevgera Apoyî roj bi roj nêzîkî azadî û demokrasiyê dibin. Her wiha roj bi roj dagirker û Dehakên îroyî destê xwe didin hevdu da ku rê li pêşiya gelên azadîxwaz bigirin ku nekaribin bigihîjin armancên xwe û ji bo vê yekê hemû fêl û hîleyan bikar tînin. 
Dema em behsa Newrozê dikin, Newroz ruhek e, beden û cilekî kevin biavêjî û li şûna wê cileke nû li ber bikî û ruh nû bikî. Her wiha gelên azadîxwaz roj bi roj bi ruh û fikreke nûtir û yekîtiyeke her alî ve li dijî dagirkeran têkoşîna xwe berfirehtir dikin. Agirê têkoşîna xwe geştir dikin. Ji bo vê Newroz ruhekî yê azadiyê ye, exlaq e û nasnameya hemû mirovên azadîxwaz û bi taybetî gelê Kurd e. Ji bo vê ji îro û şûnde pêwîste Newroz li tevahî malên Kurdan ji Awusturalya bigire heya Emerîk û her çar beşên Kurdistanê bibe sembol û rêyek ji bo gihîştina azadî, demokrasî, maf û nasnameya dayikî ya xwe. Hemû dagirkeran xwe kirine yek ji bo ku gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û  gelên azadîxwaz negihîjin azadiyê, meşaleya azadiyê pênexin. Îro gelê Kurd, her dayik, bav, bira û xwişkek pêwîste deriyê mala xwe ji bo mirovên azadîxwaz veke. 
Îro pêwist e ocaxa mala ti kesî venemirî be. Hemû zextên bi taybetî li ser gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û di pêgehekî de van axaftinan dikin ku di bin zexta dagirkerî ya dewleta dagirker a melayan a Îranê de ye, di bin zexta dewleta Dehakî ya Xameneyî ye. Xameneyî bi hişmendî Dehak e, hişmendiya wî dagirkerî ye. 
Îro her dayikeke  şehîdên Apoyî û her dayikekî şehîdekî Komeleyî û Demokratî (Komele û Hizbî Demokrat a Kurdistanê) pêwist e ocaxa mala xwe venemirîne û roj bi roj ronîtir bike û ligel hemû dayikên din destê xwe bidin hevdu û di rewşa ku di bin zextên dewleta dagirker a Xameneyî ango Dehak hev bigirin û bi yekîtiyê bikarin meşaleya azadî yan jî ocaxa azadiyê timî pêxistî bihêlin. Eger her maleke Kurd Newroz pîroz neke tê vê wateyê ku Newroz nasnameya wê nîne, tê vê wateyê ku xwedî li nasname, maf, xak û welatê xwe derneketiye. Eger her dayik, bav, xwişk û birayek li mala xwe agir pê nexe, heta ger nekaribin bi girseyî merasîmê lidar bixînin jî gelê Rojhilatê Kurdistanê dikarin 2-3 mal li hev kom bibin û agirê Newrozê pêbixin. Divê mala wan tarî nebe. Divê bibin ocaxek ji bo azadî, demokrasî û xwedî derketina li şehîdan. Divê her dayikek xwedî li şehîdên xwe û gerîlayên ku li ser çiya ne ango zarokên xwe derkeve. Pêwist e hemû dayik û bav destê xwe bidin hevdu û bi yekîtiyê rêya azadî û demokrasiyê germtir û geştir bikin. Eger çira, meşale û heta mûmek li her malekê vemirî be, tê vê wateyê ku teslîm bûne û xizmeta dagirkeriyê bi taybetî Xameneyî yê Dehak, dewletên dagirker ên wek Îran, Tirkiye û dewletên dagirker ên îro zextê li Rêber Apo dikin û dixwestin rêya azadiya me bigirin, dikin. Lê bi berxwedaniya Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê ew rêya azadiyê ji bo me ronî bûye û berxwedana hemû hevalan li Rojhilatê Kurdistanê û jinên ku li girtîgehan in îro pêşeng in. Ger ku mala her dayikekê tarî be, tê vê wateyê ku werîs daye destê Komara Îslamî ya Îranê ku zarokê wê sêdare bide. Ew Dehak in, lewre divê em mûmekê li mala xwe pêbixin da ku çavê dagirkeran kor bike. Çi dewleta Tirk a dagirker û faşîst be çi dewleta dagirker a Xameneyî yê Dehak ango dewleta dagirker a Îranê be ferq nake, heman hişmendî, fikir, aqil û terzê dagirkeriyê ye. Ji bo vê jî ji vir cejna Newrozê li hemû malbatên şehîdan li çar beşên Kurdistanê, dayik û bavên şehîdan, li hevalên li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne pîroz dikin, hêvîdarin ku ev cejna Newrozê bibe ocaxek ji bo hemû mirovên azadîxwaz, bibe ocaxeke ronî ji bo gihîştina armancên Rêber Apo. Em dibînin ku rojane zextê dixin ser Rêber Apo, divê em bi yek dengî û yekgirtî meşaleya azadiyê ji bo piştewaniya Rêber Apo pêbixin. Vê Newrozê li we hemûyan pîroz be û hêvîdarin ku bi piştewaniya hevdu em bikaribin vê Newrozê bikin Newroza azadiya hemû mirovên azadîxwaz û mirovên ku di girtîgehan de ne di serî de Rêber Apo ji girtîgehê derxînin û sala azadiyê bi pêşengiya Rêber Apo û piştewaniya hemû mirovên azadîxwaz bigihînin armancê. Cejna Newrozê li Rêber Apo, li we hemûyan, hemû mirovên azadîxwaz û gelê me li her çar beşên Kurdistanê  pîroz be. ''