'Divê her kes bi ruhê Newrozê berê xwe bidin Amarayê'

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, bang li her kesî kir ku di rojbûna 68. a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de berê xwe bidin Amarayê.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

Erzîncan diyar kir, berxwedana jinê mohra xwe li meha Adarê ya sala 2017'an xist û got, "Bi vî rengî me meheke ji azadî û berxwedana jinê li pey xwe hişt. Di destpêka meha Adarê de êrîşên li dijî tevgera me ya azadiyê dijwar û zêde bûn. Sedema zêdebûna êrîşan, têkoşîna azadiyê ya gelê me ye, ku bi pêşengiya jin û jinan dimeşe. PKK partiyeke jinê ye. Li ser bingeha têkoşîn, xet û felsefeya azadiya jinê jiyaneke nû dafire."

Erzîncan bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê û bibîr xist, grevên birçîbûnê roj bi roj mezin dibin.

Erzîncan destnîşan kir, ku cihê berxwedana zîndanan di dîroka têkoşîna azadiyê de gelekî girîng e û got, "Berxwedana zîndanan, rêveçûna giştî diyar kiriye û xurt kiriye. Hevalên Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Sakîne Cansiz, pêşengî ji vê mîrateya xurt re kirine.

'DIVÊ GELÊ ME TÊKOŞÎNA LI GIRTÎGEHAN DERBASÎ NAVA KOLANAN BIKE'

Hevalên me yên niha di greva birçîbûnê de ne, gihîştine sînorê mirinê. Ez çalakiya greva birçîbûnê ya hevalên li girtîgehan tê de ne, silav dikim. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rêberê me, gel û tevgerê, bi canê xwe, bi çalakiyeke ewçend zehmet li ber xwe didin."

Erzîncan anî ziman, kiryarên li dijî mirovahî û rûmetê êdî derketine asta herî bilind û got, "Grevên birçîbûnê bi sedemên mafdar û rewa dewam dikin. Em bang li gelê xwe dikin, bi taybetî bang li jinan dikin ku xwedî li grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Şakran, Edîrne, Sîncan, Menemen, Wan û girtîgehê, derkevin. Grevên birçîbûnê gihîştine asteke krîtîk û divê gelê me bi ruhê serhildan û Newrozê xwedî li grevan derkeve. Lazim e têkoşîna li girtîgehan derbasî kolanan bike."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan di dewama axaftina xwe de 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir, 4'ê Nîsana îsal xwedî girîngiyeke cuda ye.

'EM BI BERXWEDANÊ ROJBÛNA RÊBERÊ XWE PÎROZ BIKIN'

Erzîncan ragihand, tifaqa AKP-MHP'ê, sîstema serdest, ji bo şerê xwe yê qirêj ê kiryar û zîhniyeta faşîst bidomîne tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şidandine û destnîşan kir, ku Ocalan di nava şert û mercên herî giran de li ber xwe dide.

Erzîncan got, "Rojbûna Rêberê me, rojbûna jinê, gelê Kurd, gelan, baweriyên cuda ye. Rojbûna Rêbertî, roja ji nû ve pênasekirina rastiya mirovahiyê ye. Roja ji nû ve zindîbûn û berxwedana gelan, eşîran, mezheban, ciwanan û jinan e, ku hêmanên modernîteya demokratîk e."

Besê Erzîncan diyar kir, jinên xwedî feraseta azadî û demokrasiyê bi xurtî xwedî li Rêberê Gelê Kurd derdikevin û anî ziman, tevî xwedîderketina li 4'ê Nîsanê divê ew di çarçoveya berxwedanê de pîroz bikin.

Erzîncan got, "Pêwîste jin û ciwan biherikin Amarayê û rojbûna Rêberê me pîroz bikin. Wekî din, girîng e di vê roja vejînê de şitlê daran bên çandin, bexçeyên Rêberî werin mezinkirin. Li ser vê bingehê em bi soza mezinkirin û pêşvebiria azadiya jinê, rojbûna 68. a Rêberê xwe pîroz dikin."