'Divê daxwaza Guven bi cih bê anîn'

Serokê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Guven krîtîk e û xwest, daxwazên herî rewa yên Guven bi cih bên anîn.

Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 62 roj in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ye. Bi heman armancê li 23 girtîgehan b, sedan girtî û li Strasboûrgê 15 kes 3 hefte ne di greva birçîbûnê de ne.  Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Abdullah Zeytûn li ser çalakiya greva birçûbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven axivî.

'TIRKIYE QANÛNAN BIN PÊ DIKE'

Zeytûn bi bîr xist, greva birçîbûnê ya Guven ketiye roja 62'an û wiha axivî: "Li girtîgehan bi sedan girtiyên siyasî bi daxwaza bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greve birçûnê kirine. Bi navê ÎHD'ê em serdana Guven dikin û ji bo tenduristiya wê di nava liv û tevgerê de ne. Di hemû hevdîtinan de birêz Guven destnîşan dike ku heta tecrîdkirina birêz Ocalan bidome ew ê çalakiya xwe dewam bike. Tirkiye bi tecrîdkirina birêz Ocalan hemû peymanên navneteweyî bin pê dike. Ji 2011'an ve Ocalan parêzerên xwe, ji 2015'an ve şandeya Îmraliyê û ji sala 2016'ê ve malbata xwe nedîtiye. Weke ku girtiyekî ji rêzê be nêzîkî Ocalan dibin. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Bi tecrîda 3 salên dawî re rewşa ku Tirkiyeyê tê de ye li ber çavan e. Ji ber vê yekê jî birêz Guven bi çalakiya xwe xwest balê bikişîne ser vê yekê."

'REWŞA TENDURISTIYÊ YA GUVEN KRÎTÎK E'
 
Zeytûn bal kişande ser rewşa tenduristiyê ya Guven û wiha pê de çû: "Rewşa tenduristiyê ya Guven krîtîk e, tansiyona wê tim diguhere, sergêjînek pê re çêdibe, tiştên avî bi zorê dikare vexwe û li girtîgehên din jî hewcehiya girtiyên di grevê de nayên bicihanîn. Vitamîna B li gel ku mecbûriyeteke yasayî ye nadin girtiyên di greva birçîbûnê de ne. Girtiyên di grevê de ne di odeyên yek kesî de tên girtin û wan ber bi mirinê ve tehf didin. Bi taybetî li Girtîgeha Xarpetê mafên girtiyan hemû tên binpêkirin. Ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne Vîtamîna B nayê dayîn û bijîşk girtiyan kontrol nakin."

'DIVÊ DAXWAZA LEYLA GUVEN BI CIH BÊ ANÎN' 
 
Zeytûn da xuyakirin ku tecrîd bi awayek bêhiqûq didome û wiha dewam kir: "Ev tecrîd li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Di raporên xwe de jî me bi dehan caran anîne ziman ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Niha bi sedan girtî li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya Leyla Guven gihîşt roja 62'an. Divê demildest daxwaza Leyla Guven bi cih bê anîn. Çalakiya Guven mafekî bingehîn e û divê pê re bi rêyên siyasî û burokratîk hevdîtin bên kirin. Divê daxwazên wê bên qebûlkirin û ji bo dawî anîna çalakiyê pê re lihevkirin bê kirin. Ji ber ku endama Parlamenta Tirkiyeyê (TBMM) ye divê serokê meclîsê di asta Wezareta Edaletê de serî lê bide da ku Leyla Guven bê berdan. Dîsa divê ji ber vê pêkanîna neheq û newekhev demildest rewşa dîlgirtîbûnê ya Guven bê dawîkirin û bê berdan."

'BIRYARA RÎNGÊ DERQANÛNÎ YE'

Zeytûn nerazîbûn nîşanî biryara serdozgeriyê da ku ji bo Guven bi rîngê tevlî şîna dayika xwe bibe û got: "4 Çileyê dayika birêz Leyla Guven, Cevriye Guven koça dawî kir. Parêzeran ji bo Guven karibe beşdarî şîna dayika xwe bibe serlêdan kiribûn. Serdozgeriyê serlêdan qebûl kir û lê belê xwestin ku Guven a ku 62 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bê dawî de ye bi rîngê rêwîtiye bike û beşdarî şîna dayika xwe bibe. Serdozger bi xwe jî dizane Guven nikare bi rîngê rêwîtiyê bike û li gel vê yekê jî ev biryar da. Ev biryara serdozger jî derqanûnî ye. Çi dibe bila bibe divê ev mafê Guven ji destê nehatiba girtin."