‘Dîrok yekîtiyê li me ferz dike’

Di Şêwra Yekîtiya Netewî de ku bi pêşengiya KNK’ê pêk hat peyamên partiyên siyasî û saziyan têne xwendin.

Di Şêwra Yekîtiya Netewî de ku KNK’ê li Silêmanî organîze kiriye, partiyên siyasî pêşniyarên xwe didin û têkildarî yekîtiya netewî proje têne xwendin. Nûnerên partiyên siyasî wiha gotin:

Li ser navê KCD’ê Mulkiye Bîrtane: ‘’Xebatên KNK’ê stratejîk û jiyanî ne. Di rewşeke wiha de ku li Rojhilata Navîn planên avakirina sîsteme mêtinger têne danîn ti partî û rêxistin nikarin xebatên yekîtiya netewî ji nedîtî ve werin. Em KCD pêşniyar dikin ji bo ku xebatên yekîtiya netewî domdar bin û encamgir bin komîteyeke ji hemû pêkhatayan a xwedî insîyatîv were avakirin.’’

 ‘GELEK KÊŞEYÊN ME HENE’

Nûnerê Partiya Yekgirtû Ebûbekir Karwanî: ‘’Ne ji bo yekîtiya netewî lê ji bo kongreya netewî diviya şewr bihata kirin. Ji ber ku hê di nav çarçoweya konsepteke hevpar de em nehatin cem hev. Yekîtiya Netewî dirûşmeke berz e. Li ber me tenê kêşeyek heye. Gelek kêşeyên me hene lê pêşî yên ku diviya me çareser bikirana ev bû.’’

‘DIVÊ EM LOZANÊ LI PEY XWE BIHÊLIN’

Li ser navê Kongreya Starê Mizgîn Ehmed: ‘’Jin di navbera xwe de dikarin yekîtiyê ava bikin û pêşengiya yekîtiya netewî bikin. Di di nîqaşên siberoa Rojhilata Navîn de jinên Kurd hene. Li Rojava berxwedaneke geş heye. Divê em vê berxwedanê di bin yek banî de bicivînin. Heke em vê nekin em ê bibin qurbana siyaseta parçeybûyî ya beriya bi sed salî. Li vir ji bo ku em heman dubereya dîrokî nejîn li vir in. Divê em berjewendiyên partî û şexsan li hêlekê deyin û werin cem hev. Dema wê ye ku em siyaset û hişê parçebûyî yê li Lozanê li pey xwe bihêlin.’’

PJAK: DIVÊ EM PEYWIRA DÎROKÎ BI CIH BÎNIN

Li ser navê PJAK û KODAR’ê Siyamend Moînî: ‘’Hemû alî divê peywirên xwe yên dîrokî bi cih bînin. Bi yekîtiya netewî divê em bibin bersiv ji parçebûnê re ku siyaseta mêtingeriyê ev di nav me de bi cih kiriye. Li hemû Kurdistanê berxwedan heye. Li çar parçeyan pêvajoyên şoreşî hene. Hemû nûnerên partiyên siyasî û şexs divê ji bo berjwendiyên xwe yên şexsî vê berxwedanê nexin talokeyê. Em malavayiyê li KNK’ê dikin ji bo ku ev peywir daye ser milê xwe. Em PJAK û KODAR ji bo azadî û yekîtî pêk were çi bikeve ser milê me em hazir in.’’

DAGIRKES QELS EM XURT IN

Wekîlê HDP’ê yê Wanê Nadir Yildirim: ‘’Li vir gelek tişt hatin axaftin, behsa giringiya yekîtiya netewî hate kirin. Em HDP jî ji bo yekîtiya netewî hazir in ku peywira xwe bi cih bînin.(..) Bi rehetî em dikarin bibêjin ku me tasfiye şikand. Dagirkerên Kurdistanê di dema xwe ya herî qels de ne û Kurd di dema xwe ya herî xurt dfe ne. Heke em enerjiya xwe parçe nekin teqez e ku em ê azad bibin. An azadî, an azadî.’’

Li ser navê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Nemet Ebdullah: ‘Em spasiyê ji bo vê xebata rûmetdar li KNK’ê dikin. Em hêvî dikin ku bi pêşniyarên li vir ji bo Kurdan bernameyeke hevpar derkeve.’’

Ebdullah pêşniyar kir ji bo ku KNK li çar parçeyên Kurdistanê bibe rêxistina sereke pêşnûmeya projeyê da.

KOMELA: LI SER ZIMAN Û ÇANDA ME ÊRÎŞ HEYE

Li ser navê Partiya Îslamî ya Komala jî Kamûran Babanzade axivî û got: ‘’Divê em nexşerêyekê diyar bikin bê ka Kurd wê çawa xwe bi rê ve bibin û cihêrengî wê çawa bi hev re bijîn. Kêşeyên li Kurdistanê tenê partiyekê têkildar nake, hemû Kurdan têkildar dike. Bêguman her parçeyek xwedî rengekî resen e lê di kana arîşeyan de çand û zimanê Kurd heye. Ango êrîşek li ser ziman û çanda me heye. Bi hêviya ku em nexşereyeke çareseriyê ji bo hemû gelê xwe diyar bikin.’’

HEKE EM BIBIN YEK..

Li ser navê Lîsteya Biratiyê ya Rojava ku ji 5 partiyan pêk tê Mistefa Mişeyîq axivî û got, li Rojava me nîşan da ku em bibin yek em dikarin çi bikin. Bi hêviya ku ji niha û pê de jî em yekîtiya xwe pêk bînin û ji bo hemû parçeyan serketinên mezin bi dest ve bînin.

HEKE EM NEBIN YEK EM Ê DESTKETIYÊN XWE JI DEST BIDIN

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku li Rojhilat xebatan dike: Em yekîtiya netewî ne weke hewcehiyekê lê weke divetiyekê dibînin. Geşedanên li Rojhilata Navîn vê li me ferz dikin. Heke em nebin yek dev ji destkeftiyan biqerin taloke heye ku em destkeftiyên Rojava û Başûr jî ji dest bidin.

Her wiha Partiya Komunîst a Kurdistanê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku li Bakurê Kurdistanê xebatan dike jî peyam şand.