Dîmenên dema ku gerîllayan cenazeyê Şehîd Sitki derxistin…

Gerîllayên HPG’ê cenazeyê Kurdistaniyê bi navê Sitki derxistin ê ku di 3’ê Gulanê de ji ber êrîşa leşkerên Tirk jiyana xwe ji dest dabû.

Li herêma Sipê Gijnê ya Başûrê Kurdistanê leşkerên Tirk di 3’ê Gulanê de êrîşî gundiyan kiribû yên ku ji bo pêdiviyên xwe yên ekonomîk derketibûn berhevkirina gîha û karokan. Di êrîşê de gundiyek hatibû qetilkirin û yek jî birîndar bûbû.

Gundiyan 3 rojan hewl dabûn ku cenazeyê xwe werbigirin lê her carê jî leşkerên Tirk êrîşî wan kiribû.
Xizmên şehîd bi rêka Walîtiya Duhokê xwestin cenazeyê xwe ji dewleta Tirk werbigirin lê vê hewldana wan jî bêbersiv ma.


Malbatê piştre ji gerîllayên HPG’ê alîkarî xwest û gerîllayan di 6’ê Gulanê de di destê sibehê de ligel êrîşên dewleta Tirk ên ji ser giran çûn herêmê, cenaze wergirtin û radestî malbatê kirin.


Xizmên şehîd ên ku cenaze wergirtin spasî li gerîllayên HPG’ê kirin û gotin, “PKK’ê soz dabû me, gotibûn heke em 20 şehîdan bidin jî em ê cenaze ji wir derxin. Şehîd şehîdê me ye. Li ser soza xwe sekinîn, em spasiyên xwe li wan dikin. Em ê vî tiştî tu carî ji bîr nekin.”


Gel ê ku cenaze ji gerîllayan wergirt bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk tê, cenaze bir  Şeladizê.
Di 3’ê Gulanê de ji ber êrîşên balefirên şer ên Tirk gundiyekî jiyana xwe ji dest dabû û yek jî birîndar bûbû. Gerîllayên HPG’ê dema bihîstin ku êrîş çêbûye, çûbûn heremê û gundiyê birîndar derman kiribûn.