Dîmenên berxwedana roja 10’an a Amedê…

Berxwedana li dijî desteserkirina şaredariya Amedê di roja 10’an de didome. Girseya ku her rojê li pêşiya şaredariyê kom dibe, hem nerazîbûn û hem jî berxwedana xwe bibiryardarî dewam dike.

Berxwedana li dijî desteserkirina şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê ya di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de bi rêjeyek dengê mezin bi dest xist dewam dike.

Dema ku her sê şaredarên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatin desteserkirin, hemwext li Kurdistan û Tirkiyeyê nêzî 500 kes ahtin destgîrkirin. Hê jî destgîrkirina wan didome.

Hevserokê DBP’ê yê Amedê Garîp Kandemîr, Hevserokê berê yê HDP’ê yê Amedê Mehmet Şerîf Çamcî, encumenê Şaredariya Peyîzava ya Amedê Îsmaîl Bardakçi û endamê SGDF’ê Sadet Turlu îro hatin destgîrkirin.

Di xwepêşandana îro hate kirin li gel parlementerên HDP’î nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên ji deverên cuda yên Tirkiyeyê jî cihê xwe girtin.

Di roja 10’ê de hejmara çalakvanan zêdetir bû. Partiya Çep a Keskan, Partiya Şoreşger, Federasyona Komeleyên Pîr Sûltan Ebdal, Federasyona Komeleyên Bektaş ên Elewî, hevserokê giştî yê Partiya Sosyalîst a Hejran û Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê cihê xwe di çalakiyê de girtin.

Piştî çalakiya du saetan dom kir û şûnde daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Nûnerên sazî û partiyên tevlî çalakiyê jî bûn li qadê axivîn.

Di hemû axaftinan de xala hevpar a derketî holê ew bû ku li dijî qeyûman in û piştevaniya HDP’ê û gelê Kurd dikin. Herî dawî bang hate kirin ku her kes destekê bide çalakiya deng a saet 20:00’ê bê kirin bibin.