Dîmenê xeta parastinê ku duh li Kerkûkê hatibû danîn

Dema ku artêşa Iraqê û Heşdî Şebî dest bi dagirkirina Kerkûkê kirin, gerîla, pêşmergeyên nexwestin vekişin û xwebexşên Kerkûkî li xaçerêya Feylaqê xeta parastinê danîn û bi çekên ferdî li ber xwe dan.

Dema ku artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî yên ser bi wê ve êrîşî Kerkûkê kirin, gerîlayên HPG, YJA Star, xwebexşên Kerkûkê û pêşmergeyên nexwestin vekişin, li taxa Feylaq a li navenda Kerkûkê xeta parastinê danîn û li ber xwe dan. Lê belê ev xeta parastinê, piştî ku PDK'ê xwe vekişand, şikest.

Piştî ku xet şikest, gerîla, xwebexşên Kerkûkî û pêşmergeyên nexwestin vekişin, demeke dirêj bi çekên ferdî li ber xwe dan.

Piştî ku artêşa Iraqê û Heşdî Şebî bi tankan li herêmê dan, berxwedêran danê nîvro xwe ji Feylaqê vekişandin taxa Rehîmava û li vê derê xeteke nû ya parastinê danîn.

Piştî ku hêzên PDK'ê xwe ji herêmê vekişandin, moralê gel ket û hin kesan çeka xwe danîn û gotin, "Eger ew bi çekên xwe yên giran û tankan vedikişin, em çima li ber xwe bidin?" û ji herêmê çûn.

Wekî din, welatiyên Kerkûkê danê sibehê tankek ji pêşmergeyan standin û hewl dan bi kar bînin. Lê belê hêzên pêşmerge piştre dîsa hatin herêmê, tank ji gel standin û birin.