Dîmenê çalakiya li Girê Kevortê hate weşandin

Dîmenê çalakiya gerîlayên HPG/YJA Starê ya li Girê Kevortê li dijî artêşa Tirk a dagirker hate kirin, hate weşandin.

Dîmenê çalakiya 24'ê Nîsanê ya li Girê Kevortê ji aliyê gerîla ve hate kirin, hate weşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, 24'ê Nîsanê piştî nîvro saet 14:00 hêzên me li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Girê Kevortê yê li bajarokê Sîdekanê yê Başûrê Kurdistanê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çepereke dijmin a ku 5 leşker tê de bûn hate xistin. Di encamê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Hêzên dijmin piştî çalakiyê bi çekên giran bombe li derdorê barandin. Saet 16:00 jî balafirên şer bombe li qada Kevortê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me."