Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li ser axa başûrê Kurdistanê didomin. Şermezarkirin û nerazîbûnên li hember êriş û dagirkeriyê berfireh dibin. Mamoste Dilşad Salih der barê vê yekê de ji ANF’yê re axivî.
‘PIRANIYA ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ DI 2015'AN DE LI DIJÎ PKK’Ê BÛN, NE LI DIJÎ DAÎŞ’Ê’
Mamoste Dilşad Salih da zanîn ku operasyon û êrişên dewleta Tirk a dagirker têkildarî hin peymanên bi dewleta Iraqê re ne û wiha domand: “Di sala 1982’yan de dewleta Tirkiye û Iraqê bi navê parastina sînoran peymanek çêkirin. Armanca Tirkiyeyê ji vê peymanê dijayetî û jinavbirina PKK’ê bû. Iraqê jî di wê demê de ku ev peyman çêkir, armanca wê lêdana şoreşên başûrê Kurdistanê bû. Di peymanê de tê gotin ku her du welat dikarin heta kûrahiya bîst kîlometreyan axa hev bi kar bînin. Di sala 2007’an de dema ku Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derve yê Iraqê bû, li şûna ku peymanê betal bike, peyman nû kir. Piştî salekê ji vê peymana sala 1982’yan, Tirkiye bi beşdariya hezaran leşkerî êrişî ser PKK'ê dike, têk diçe û bi ser nakeve. Di salên 2000, 2001 û 2007’an de Tirkiye li dijî PKK’ê 26 êriş û operasyonan pêk tîne lê bi ser nakeve. Di 2015’an de bi hinceta têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û rizgarkirina Başîkê (Beşîqe) li Mûsilê 900 leşker anîbûn, lê belê wê salê 300 operasyonên asimanî û bejayî pêk tîne ku piraniya wan li dijî PKK’ê bûn û ji sedî yek li dijî DAÎŞ’ê bûn. Îhtimal heye ku êrişên wê yên li dijî DAÎŞ’ê senaryo bin. Niha jî dîsan hatiye axa Kurdistanê binpê dike û hezaran leşker anîne.”
‘TAYYÎP ERDOGAN DIXWAZE XÎLAFETA OSMANÎ VEJÎNE’
Dilşad Salih da xuyakirin ku xewna dêrîn a dewleta Tirk a dagirker dagirkirina Kurdistanê û vegerandina wîlayeta Mûsilê ye bo bin desthilatdariya xwe û wiha berdewam kir: “Armanca sereke ya Tirkiyeyê Mûsil e, Recep Tayyîp Erdogan dixwaze xîlafeta Osmanî vejîne. Mûsil ji bo Tirkiyeyê girîng e, lewma hêz li Başîkê bi cih kiriye û bi navê parastina Mûsilê hatiye. Tirkiye niha di dema diyarkirina budçeyê de ye, ji bo wîlayeta Mûsilê jî budçeyê diyar dike, ev jî tê wê wateyê ku Mûsilê wek beşeke xwe dibîne. Armanceke din a Tirkiyeyê jî jinavbirina PKK’ê ye û dixwaze li Qendîlê DAÎŞ’ê bi cih bike.
Di çapemeniyê de min dît, Murat Karayilan digot ‘Eger em li Qendîlê nemînin, dê bibe cihê terorîstan.’ Ez bi temamî li gel vê boçûnê me. Bi min ne dûr e ku Tirkiye niha zemînê amade dike ku bi wê hêza leşkerî ya ku aniye, dîwarekî ava bike û terorîstên DAÎŞ’ê li kêleka wî dîwarî bi cih bike û wan terorîstan li dijî PKK’ê û Kurdistanê bi kar bîne. Armanceke din a Tirkiyeyê enerjî ye ku niha li Zaxoyê bîra petrolê lê daye. Ez dikarim bibêjim bi qasî ku Tirkiyeyê sûd ji aboriya Herêma Kurdistanê wergirtiye, xelkê herêma Kurdistanê û herêma Kurdistanê sûd jê wernegirtiye. Ev tişt jî hin armanc û sedemên Tirkiyeyê ne.”