Dîlan Spêrtî: Divê gelê Kurd ji vê şermê re bibêje êdî bes e!

Endama Rêveberiya KJK’ê Dîlan Spêrtî diyar kir ‘şerma mirovayetiyê’ ye ku dayikên Kurd ji aliyê polîsan ve li erdê werin kaşkirin û bang li gelê Kurd kir ku ‘Bila ji vê şermê re bibêjin êdî bes e.”

Endama Rêveberiya KJK’ê Dîlan Spêrtî grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên faşîst ên li ser dayikên aştiyê nirxand.

Spêrtî got ku “Bêdengiya me ya li hemberî êrîşên faşîst ên li ser dayikên me, şerma mirovayetî û rûmetê ye.”

DIVÊ EM PEYAMÊ BAŞ FÊM BIKIN

Spêrtî diyar kir ku divê hemû derdorên demokrat bibin dengê berxwedêrên zindanan û got ku “Hevalên me yên ku bi mehan e di greva birçîbûnê de ne, diyar dikin ku ne birçîbûn, bêdengî wan dikuje. Divê em peyama van hevalan baş fêm bikin. Bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz re çalakiyek hatiye destpêkirin û ev çalakî li dîrokê tê nivîsandin. Ev çalakî li girtîgehan jî tê domandin û em wan pîroz dikin. Vê îradeya ku li tu dera cîhanê tuneye, em wê pîroz dikin.”

RÛMETA MIROVAYETIYÊ TÊ CERIBANDIN

Dîlan Spêrtî diyar kir ku ji pêvajoyeke giran derbas dibin û got ku “Çalakiyên greva birçîbûnê yên ku bi şîara em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin, bi îradeyeke mezin didome. Hevalên me yên di greva birçîbûnê de ne, diyar dikin ku bêdengî wan dikuje. Divê em vê peyamê baş fêm bikin. Divê gelê me dakevin qadan û tevlî çalakiyên rûniştinê yên dayikan bibin. Gelê Kurd 40 milyon kes e, ji ber vê jî divê dayikan bi tenê nehêlin. Her banga ku ji zindanan tê divê bi berxwedaneke mezin xwedî lê were derketin. Mafê dayikan ên xwezayî ye ku çalakiyên rûniştinê li dar bixin. Lê dewleta Tirk bi jopan êrîşî dayikan dike. Em ê bersiva pêwist bidin polîsên Tirk. Erdogan ê ku sermayeya xwe ji Stenbolê werdigirt, di 31’ê Adarê de derbeke mezin xwar. Feraseta Erdogan a DAÎŞ’ê ye. Feraseta ku bi jopan êrîşî dayikan dike, dûmahîka feraseta jêkirina seriyan a DAÎŞ’ê ye. Em ê bersiveke mezintir bidin van êrîşan.”

DIVÊ BÊDENGÎ BIBE QÎRÎNÎ

Endama Rêveberiya KJK’ê Dîlan Spêrtî diyar kir ku divê dengê çalakgerên greva birçîbûnê were bihîstin û got ku “CPT û komeleyên mafên mirovan ên ku li hemberî êrîşên li ser dayikan bêdeng in, divê şerm bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî faşîzma Erdogan bêdeng nemînin. Bêdengiya me ya li hemberî êrîşên faşîst ên li ser dayikên me, şerma mirovayetî û rûmetê ye. Divê em hêza xwe bikin yek. Divê li her derê gelê me serî hildin. Em hêzên gerîla, soza me heye ku em ê tola vî tiştî bistînin. Li hemberî tecrîda li ser Ocalan divê em bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê û divê ev bêdengî êdî bibe qîrînî.”