Di tûrikê wan de hêviya gelekî hebû

Gerîla Milîtan, Serxwebûn û Nejwan di demên cuda de ji cihên cuda derbas bûn, di heman rêyê de hilm standin, di tûrikê xwe de hêviya gelekî hilgirtin.

Hin jiyan digihêjin hev, ku ev yek ti carî qeder an jî rasthatin nîne. Li gorî baweriyeke berê, diyalektîka 'Jiyan-Mirinê' ji sê astan pêk tê. Baweriya bi 'Jiyan-Mirin-Jiyan'. Ew di demên cuda de ji cihên cuda derbas bûn. Li heman rêyê hilm standin, di tûrikê xwe de hêviya gelekî hilgirtin. Carna erzaq, av, carna jî cebilxane ji bo hevrêyên xwe gihandin ser girekî. Carna jî bi berdêla jiyana xwe, hevrêyên xwe ji eyaletekê birin eyaleteke din. Carna jî li pey şehadeta gerîlayekî, lênûsk an jî çeka wî, yan jî parçeyek ji kinc an jî kaxizeke biçûk a gerîla gihandin hevrêyên xwe yên li diyarekî cuda.

Gelek tişt hene ku gerîla Milîtan, Serxwebûn û Nejwan gihandin hev. Lewma li ku jî bûn, wê rojekê bigihaşta hev. Dibe ku ji ber vê yekê mirov matmayî namînin ku bi hev re şehîd bûn. Milîtan aliyê têgihiştî ê Serxwebûn, Serxwebûn jî aliyê qiseker ê Nejwan bû. Nejwan jî aliyê coşa zarokatiyê ya Milîtan bû.

Şerê ku dihate kirin şerekî giran bû. Şerekî welê bû ku artêşa Tirk a dagirker bi hemû teknîka xwe li cografya Kurdistanê li dijî gerîla şer kir. Ji bo li dijî gerîla şerê taybet bike û teslîm bigire, rêbaz nemabû ku bi kar neanî bû. Kiryarên herî qirêj diceriband. Li ber devê tunelan lastîk dişewitand û bi rêya spîratoran dûyê bi jehr dişand hundur. Dihatin ber tunelan û bi gotina 'teslîm bibin yan jî hûn ê hemû bimirin' banga teslîmiyetê dikirin. Gelek caran yek bi yek navê şervanan bilêv dikirin û bang dikirin. Artêşa dewleteke ku cenazeyên leşkerên xwe jî dişewitîne, banga 'teslîmbûnê' li gerîla dikir, ew gerîlayên ku ji bo rûmeta mirovahiyê şer dikin.

3 HEVRÊ 16'Ê MIJDARÊ ŞEHÎD BÛN

Mîna ku ev faşîzm têrê nake, di heman demê de xweza jî talan dikirin. Gelek kes bi vê zane, lê dîsa jî zalim zalim e, êşkence êşkence ye, faşîzm faşîzm e. Aliyekî ku vê yekê ji rêzê û asayî nîşan bide nîne. Sê şervanên ku haya wan ji van zor û zehmetiyan hebû û dijmin baş nas dikirin, di 16'ê Mijdarê de gihîştin hev. 16'ê Mijdarê ew roj bû ku Nejwan, Milîtan û Serxwebûn li ser heman xetê gihîştin hev û xwe gihandin ebediyetê. Li sê bajarên cuda ji dayik bûn, mezin bûn. Li cihên cuda heman êşkence li wan hate kirin. Ji xwe gerîla Milîtan di rojnivîska xwe de digot, "Em her tiştî qebûl bikin jî em ti carî parçekirin û kaşkirina bi erdê ya cenazeyên xwe, jiyaneke bêrûmet ti carî qebûl nakin. Ji ber ku em zanin, bi şehadeta me re têkoşîna me mezintir dibe, bêhtir nêzî serketinê dibe."

Gerîla Milîtan, Serxwebûn û Nejwan ku li nava rojê hatin veşartin, baweriya bi serketina dozê ewqasî mezin kirin, ku bêyî bikevin nava fikaran û teredut bikin, bi ser dagirkeran ve meşiyan. Ji xwe bawer bûn ku ala azadiyê wê piştî wan ji aliyê ciwanên Kurdistanê ve bê hildan. Bi vê baweriyê bi ser artêşa Tirk ve çûn. Ji ber ku wan jî dabûn ser şopa fedaiyên beriya xwe û berê xwe dabûn çiyê.

Li Kurdistanê di oxira doza xwe de şer kirin, birîndar bûn, li dijî gelek zalimên ku jê re çete, artêş û leşker dibêjin, sîng bi sîng şer kirin. 16'ê Mijdarê bi rê ketin, ji bo li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Pîrdogan ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çalakiyê bikin. Şer kirin, derb li dijmin xistin, çek ji ser dijmin rakirin. Di dema çalakiyê de birîndar bûn, heta nefesa dawî, heta fîşeka dawî şer kirin. Bi ti awayî guh nedan banga teslîmiyetê, bombeyên xwe bi xwe ve teqandin. Dawiya dawî jiyan ferz kirin û sona serketinê xwarin. 16'ê Mijdarê gerîla Milîtan Heqî, Serxwebûn Baz, Nejwan Mêrdîn şehîd bûn, ber bi jiyaneke nû ve bi rê ketin. Bûn bicihanîna baweriya 'Jiyan-Mirin-Jiyan'ê. Wê demê haya xwe ji kesî nebe jî dil û mejiyê wan di heman biryarê de îqna bûbûn.