Di ser komkujiya Dîgorê re 30 sal derbas bûn

Di ser komkujiya Dîgorê re 30 sal derbas bûn, lê êş û hêrsa ji ber komkujiyê hîn teze ne. Xelkê Dîgorê yê welatparêz di vê demê de jî serî li ber dewleta Tirk natewîne û berxwedanê dewam dike.

Bi hezaran gundiyên ku li ber zextên cerdevaniyê, serdegirtin û polîtîkayên êşkenceyê yên dewleta Tirk rabûn, sibeha 14'ê Tebaxa 1993'an li gundê Nexşanê li hev kom bûn. Girseya gel xwest ber bi navenda navçeyê ve bimeşe, lê belê 2 kîlometre beriya bigihêje Dîgorê pêşî lê hate birîn. Li vê derê gule li girseya gel hate reşandin û 17 Kurd hatin qetilkirin ku 5 ji wan zarok bûn. Her wiha 200 kes jî birîndar bûn.

Gülcan Çağdavul (8 ), Selvi Çağdavul (14), Yeter Kerenciler (13), Necla Geçener (14), Zarife Boylu (15), Erdal Buğan (17), Zeynep Çağdavul (19), Hacer Hacıoğlu (20), Suna Çidemal (21), Fatma Parlak (22), Faruk Aydın (27), Cemil Özvarış (39), Gıyasettin Çalışçı (41), Hasan Çağdavul (43), Süleyman Taş (47), Nurettin Orun (80) û Tütiye Talan (66) li cihê bûyerê hatin qetilkirin. Berpirsyarên bûyerê jî ti carî nehatin mehkûmkirin.

Piştî komkujiyê ji bilî qalikên vala yên çekan ên tîmên taybet ne şopa roketavêjê ne jî çekeke din hate dîtin. Di biryara sala 2006'an de hate îdîakirin ku polîsan 'xwe parastin e' û biryara berdana wan hate dayin.

Darizandinê 11 salan dewam kir, lê belê ji ber ku biryarek nehate dayin, parêzerê dozê Tahîr Elçî sala 2004'an bi hinceta 'darizandina demdirêj', 'nemeşandina lêpirsîneke bi vandor' û 'binpêkirina mafê jiyanê' doz xist rojeva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).

Piştî ku DMME'yê doz qebûl kir, Tirkiyeyê sala 2006'an biryar li ser dozê da û têkildarî 8 polîsan bi îdîaya 'xweparastina rewa' biryara beraatê da. Polîsên ku parastina nivîskî ji dadgehê re şandin, îdîa kirin ku ji nava girseya gel timî bi roketan bombe li wan hatiye barandin. Lê belê di lêkolîna piştî komkujiyê de li cihê bûyerê têkildarî êrîşa bi roketan ti nîşane nehate dîtin.

Piştî ku Tirkiyeyê biryara beraatê da, Daîreya 2'yemîn a DMME'yê biryara xwe eşkere kir û Tirkiye li dayina tazmînata maddî û manewî mehkûm kir.

Min û zarokên ku tevlî meşê bûbûn kincên bi rengê 'kesk, sor û zer' li xwe kiribûn, flamayên bi heman rengî hilda bûn. Leşkerên artêşa Tirk ên pêşî li girseya gel girtin, yekser êrîşî jin û ciwanan kiribûn. Di vê komkujiyê de bi giranî jin û zarok hatibûn kuştin.

Hin ji kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin li pişt panzeran ve hatin girêdan û heta navenda navçeyê hatin kaşkirin.

Xelkê Dîgorê ku piştî komkujiyê dewletê zexta koçberiyê lê kir, li gel zext, êşkence û girtinê jî gundê xwe neterikand.