Di salekê de 58 kolber ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin

Tora Mafên Mirov ya Kurdistanê ragihand, di sala borî de 224 kolberên Kurd ji aliyê hêzên Rejîma Îranê ve hatine kuştin û birîndar kirin.

Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê diyar kir ku ji 58’an zêdetirî kolber hatine kuştin û 148 kolber jî hatine birîndarkirin. Her wiha bi giştî hemû jî rasterast bi guleyên rejîma Îranê hatine kuştin.

Li gorî wê navendê hejmara kuştî û birîndaran zêdetir e lê ji ber gefên rejîmê yên li ser malbatên kolberan hejmara wan, navê wan, kuştî û birîndar bi temamî nehatine zanîn.

Her wiha qala vê jî hatiye kirin ku hêzên rejîma Îranê gef li malbatan kiriye û belge bi wan dane îmzekirin, li gel ti dezgayên ragihandinê qala hejmara şehîd û birîndaran nekin ku xwe bêdeng bikin.

Li gorî bîlançoya Tora Mafên Mirov ya Kurdistanê 12 kolberên din jî ji ber karesatên xwezayî, li sinorên destçêkirî jiyana xwe ji dest dane û 6 kolber jî birîndar bûne.

Bîlançoya şehîd û birîndaran yên ku ji ber guleyên Rejîma Îranê û bi karasatên xwezayî jiyana xwe ji dest dane li eyalet wiha ye:

“Kirmaşan: 10 kolber mirine û 29 kolber jî birîndar bûne.

Sine: 10 kolber mirine û 17 kolber jî birîndar bûne.

Ûrmiye: 54 kolber mirine û 96 kolber jî birîndar bûne.

Her wiha li eyaleta Xozistanê jî 2 kolber ji ber guleyên rasterast yên hêzên Îranê jiyana xwe ji dest dane.

Ev jî hatiye gotin ku ji sedê 67’ê kolberan xwedî mal in û zewicî ne, ji sedê 10’ê kolberan nezewicîne û ji sedê 23’yê kolberan jî rewşa wan nayê zanîn.”