Di sala 40. de serdema nû ya têkoşînê

Karayilan, piştî civîna asayî ya Komîteya Navendî ya PKK'ê daxuyaniyek da û destnîşan kir, ku sala 40. a PKK'ê wê bibe sala pêngaveke nû.

Di demekê de ku dewleta Tirk qîma xwe bi şerê li Bakurê Kurdistanê neanî û şer derbasî nava Sûriye û Başûrê Kurdistanê kiriye, Komîteya Navendî ya PKK'ê di navbera 20-28'ê Cotmehê de civîna xwe ya asayî ya salane li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî. Komîteya Navendî ya PKK'ê biryar da ku li Bakur bi serketinê, li Rojava bi avakirinê, li Başûr bi tevlîbûnê, li Rojhilat jî bi amadekariyeke mezin dest bi sala 40. bike. Hemû mijarên siyasî, leşkerî, îdeolojîk û rêxistinê di nava 9 rojan de bi berfirehî hatin nirxandin û ji bo serketina têkoşîna azadî û demokrasiyê biryarên gelekî girîng hatin standin.

Piştî civînê, bi navê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûrat Karayilan daxuyaniyek da. Karayilan diyar kir, ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê di pêvajoyeke dîrokî de ye û destnîşan kir, ku bûyerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn qewimîne, rastiya nêrîn û ramanên Ocalan û PKK'ê piştrast kirine. Karayilan diyar kir, Komîteya Navendî ya PKK'ê di civîna xwe ya asayî ya salane de biryarên dîrokî standiye.

SALA PÊNGAVEKE NÛ

Karayilan wiha dewam kir: "Em weke partî, weke Partiya Karkerên Kurdistanê salvegera xwe ya 39. temam dikin û dikevin sala 40. Dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê, dîroka têkoşîna partiya me dîrokeke mezin e. Di vê dîrokê de, yên ku keda xwe heye Rêber Apo ye û şehîdên qehreman in. Em sala 40. bi navê tevahiya komîteya navendî ya partiyê di serî de li Rêber Apo li tevahiya hevalan, xebatkaran, gelê Kurdistanê û gelên herêmê pîroz dikin. Di vê salvegera girîng de, di sala 40. de em di şexsê şehîdê mezin şehîdê yekem hevrê Heqî Karer de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin û li pêşberî bîranîna wan serê xwe ditewînin. Sozên ku me daye wan em careke din dubare dikin.

Û em weke partî, sala 40. dikarin bikin saleke mezin. Divê tevahî gelê me û dostên me zanibin, pêşveçûnên îro li Kurdistan û herêmê dibin hîn zêde bingeha şoreşa azadiya Kurdistan û şoreşa Rojhilata Navîn xurt dike. Sala 40. li Kurdistanê divê êdî bibe sala pêngaveke nû. Hemû pêşveçûnên heyî eşkere dikin ku divê em weke tevger û gel, vê serdema dîrokî teqez rast pêşwazî bikin. Pêşxistina têkoşîna azadiyê, pêşxistina yekîtiya neteweyî û birêxistinkirina pêngaveke nû ya azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê ji bo me erka salê ye, esasî ye. 

SALEKE JI RÊZÊ NÎNE

Li her deverê divê em ji bo azadiya Rêber Apo û di vê serdema dîrokî de ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi berpirsyarî nêz bibin û em zanin ku ev sala li pêş me, sala 40. a PKK'ê ne saleke ji rêzê ye. Saleke dîrokî ye. Di vê salê de biryar û nêzîkatiya me ew e, ku em dikarin di meşa azadiya Kurdistanê de destketiyên mezin bigirin. Ji bo vê jî em bi taybetî bi hêza gel, bi pêşxistina rêxistina gel, bi çalakiyên gelêrî li hundir û derveyî welat divê hîn zêdetir bilind bikin. Li ser vê bingehê, berxwedana gerîla û berxwedana hêzên parastinê li her deverên Kurdistanê hîn xurtir bikin. Bi vî rengî em salê bikin sala serketina mezin, bikin sala meşa azadiyê. Bîr û baweriya Komîteya Navendî ya PKK'ê ev e. Em dixwazin vê salê bi rastî jî bikin sala têkoşîna mezin.

DIVÊ HER KES TEVLÎ VÊ PÊVAJOYÊ BIBE

Di vê çarçoveyê de ji bo tevahiya gelê Kurdistanê, ji bo hemû siyasetmedar, kesayetên mafên mirovan ên li Kurdistan, ji bo tevahiya dostên têkoşîna azadî û demokrasiyê banga me ew e, ku her kes beşdarî vê sala dîrokî bibe. Bi vî rengî em bikin sala mezin, sala yekîtiya neteweyî, sala serketina şoreşê, sala azadiya gelan, sala azadiya Rêber Apo û sala azadiya Kurdistanê. Meşa me ya di vê rêyê de wê meşeke mezin be.

Bi van hêvî û baweriyê, em hêvîdar in ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de, di sala pêş me de wê pêşveçûnên girîng çêbibin. Divê her kesê welatparêz tê de cih bigire. Û li ser vî esasî em careke din, di vê sala dîrokî de ji bo tevahiya hevalan, xebatkaran û ji bo tevahiya gelê Kurdistanê bi dil û can serketinê dixwazin. Em careke din silav û rêzên xwe pêşkêşî gelê xwe dikin. Em dibêjin sala 40. wê sala serketina PKK'ê be, wê sala serketinê be, sala serketinê be, sala serketinê be."