Bi hezaran kes di roja destpêkê ya cejnê de çûn serdana goristanan. Malbatên şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê çûn serdana goristanên Yenîkoy, Asrî, Deriyê Mêrdînê yên Amedê, goristanên Çemê Elîka û Sisê yên navçeya Licê û Pirêjman ê navçeya Pîranê.
Malbata Zulkuf Gezen ku di dema berxwedana greva birçîbûnê de çalakiya canfedayî kir serdana Goristana Yenîkoyê kir.
Havva Gezen got, "Êdî bila ciwanên me nemirin" û diyar kir, "Bila dayik negirîn. Rondik di çavên dayikan de neman."
Bavê Gezen Şehmûz Gezen jî cejn li malbatên cangoriyan û dîlgirtiyan pîroz kir û peyama Ocalan bi bîr xist. Gezen bang li dewletê kir ku gavê biavêje û got, "Eger dewlet gavê biavêje wê pirsgirêk çareser bibe."
Li goristanan ku bi hezaran kesî serdana wan kir, gorên 'bêkesan' ên cangoriyên berxwedana xwerêveberiyê jî nehatin jibîrkirin.