Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de tecrîd hat protestokirin

Li Kurdistanê kedkar, ji bo pîrozbahiyên 1’ê Gulanê li qadan bûn. Di pîrozbahiyên ku pêkanînên dijminatiya kedê yên AKP'ê hatî şermezarkirin de, protestoyên tecrîdê mohra xwe li çalakiyan da.

Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên gelek bajarên Kurdistanê de, tecrîda Îmraliyê hate şermezarkirin.

ŞIRNEX
Li Şirnexê dewleta Tirk destûr neda pîrozbahiyên 1’ê Gulanê. Her wiha piştî ku qaymeqamtiya Cizîrê destûr neda pîrozbahiya giştî, Platforma Şubeyan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkar ên Cemaweriyê (KESK), li ber avahiya sendîkayê ya Cizîrê bi daxuyaniyekê pîroz kir.
Hevşaredarên HDP’ê û rêveberên partiyê, Odeya Tabîban a Şirnexê û endamên TÎHV’ê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta wêneyên Azîz Yûral, Eyup Ergen û Şeymûs Dûrsûn ku ji hêla polîsên dewletê ve hatibûn qetilkirin, hat vekirin û dirûşmeya, “Êrîş nikarin me bêzar bikin” hatin berzkirin.
Di daxuyaniyê de berxwedanên grevên birçîbûnê hatin bibîrxisitn û hat diyarkirin. “Divê daxwazên berxwedêran bên pêkanîn. Heke mirinek çêbe berpirsyarê wê hikumet e.”

MÊRDÎN
Li Mêrdînê karker, jin, kedkarên cemaweriyê û dayik derketin qadan. Ji ber qedexeya walîtiya AKP’ê ya Mêrdînê pîrozbahî li qada Salona Sporê ya Artûklû pêk hat.
Di pîrozbahiyê de wêne û pankartên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin hildan.
Berdevkê Heyamê yê Platforma Şubeyan ê KESK’ê Mûstafa Bozan, diyar kir ku wê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê bidomînin.
Hevşaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî bal kişand ser grevên birçîbûnê û bang li Wezareta Edaletê kir ku bikeve tevgerê.

DÊRSIM
Li Dêrsimê bi pêşengiya hêzên ked û demokrasiyê, 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de HDP’yiyan bal kişand ser tecrîd û berxwedanên greva birçîbûnê. Platforma Şubeyan a KESK’ê jî bal kişand ser bê edaletî, bêkarî, xizaniyê û got em ê radestî paşverûtiyê nebin.
Serokê Komîteya Amedekar a 1’ê Gulanê Gurbuz Solmaz, bal kişand ser krîza ekonomiyê û diyar kir ku desthilatdaran çav berdaye nanê ser sifreya gel jî.
Solmaz bal kişand ser polîtîkayên şer ên hikumetê û diyar kir ku doza sereke, doza Kurdan e, lewre divê hikumet vegere pêvajoya aştiyê.

SÊRT
Sêrtê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê ji hêla endamên Sendîkaya Belediye-Îş ve hat pîrozkirin. Ligel dorpêça zêde ya polîsan, kedkaran 1’ê Gulanê pîroz kir. Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik û girseyeke zêde tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de sendîkayan bal kişand ser bêkarî, xizanî û bê edaletiyê û diyar kirin heta ku mafên xwe bi dest bixin wê têbikoşin.