Di operasyona KCD’ê de 8 kes hatin girtin

Di encama operasyonên qirkirina siyasî ya çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de ji yên hatibûn destgîrkirin 8 kes hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de dabû destpêkirin 45 kes hatibûn destgîrkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 16 kes jê sewqî edliyeyê hatibûn kirin û 8 kes jî bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Îro jî Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ku qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin, ji Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê Makbûle Ozbek û rojnamevan Ayşe Kara jî di nav de 29 kesên din jî sewqî edliyeyê hatibûn kirin.

Dozgeriyê bê ku îfade bigire derbarê 20 kesî daxwaza girtinê xwest. Navên kesên bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ derbarê wan de daxwaza girtinê heye wiha ne: “Emrûlah Zumrût, Fesîh Balbay, Gonul Orûr, Mahfûz Karaslan, Mehmet Gungormuş, Mehmet Çahît Ay, Naşîde Toprak, Enever Çelîk, Erdal Bayram, Dedaî Akar, Jiyan Taş, Leyla Bagiirtir, Makbûle Ozbek, Mehemt Cahît Şik, Tavfîk Kaçar, Yhildiz Damla, Adil Ercan, Ayşe Kara, Mehmet Devîren û Mûstefa Alimterî.

Li dadgehê Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, rêvebirên Şaxa SES a Amedê Mahfûz Karaaslan û Gonul Ogûr û Îbrahîm Halîl Taş, Mehmet Saglam, Seher Ozgen Aytek, Selva Akkoyûn, Suphî Îzol, Azad Can, Enver Temîz, Ferhat Erkûş û Gûrbet Çakarbi şertê kontrola edlî hatin berdan. Mehmet Gungormuş, Fesîh Balbey, Mehmet Cahît Ay û Emrûllah Zumrut jî hatin girtin.

Piştre Îbrahîm Halîl Taş, Mehmet Saglam, Seher Ozgen Ayten, Selva Akkoyûn, Sûphî Îzol, Azad Can, Enver Temîz, Ferhat Ekûş û Guerbet Çakir ji bo bi şertê kontrola edlî dozger sewqî dadgehê kirin, bi biryara derkertina derveyî welat hatin berdan.

Dadgeriya Cezayê Sulhê, rojnamevan Ayşe Kara û Mehmet Demîr ku dozgeriyê xwestibûn bên girtin bi şertê kontrolkirina edlî berda û Adil Ercan, Mûstafa Alimterîn, Tevfîk Kaçar û Yildiz Damla jî bi îdiaya endamtiya rêxistinê girt. Heya niha 16 kes hatine girtin.

Hê jî karûbarên Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek, Enver Çelîk, Erdal Bayram, Fedaî Akar, Jiyan Taş, Leyla Bagirtir û Mehmet Cahît Şik li dadgehê dewam e.