Di Nobeda Wijdan û Edaletê de çalakiya dengderxistinê

Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku li Wanê dom dike, bi çalakiya dengderxistinê dewam dike. nobedarên Widan û Edaletê li bendên polîsan xistin, pêkanînên desthilata AKP’ê û Rewşa Awarte protesto dikin.

Di Nobeda Wijdan û Edaletê ya bi sedan kes beşdar bû de, ji saet 21:00’an û pêve piştî çalakiya dengderxistinê û şûnde daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniya Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Parlemeterên DHP’ê û gel beşdar bûn de, Parlemetera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî, bang li Serokkomar Erdogan kir û got: ‘Em ji te natirsin”.

Parlemeterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu jî di saetên şevê de beşdarî Nobeda Wijdan û Edaletê bû.