Di Newroza Qendîlê de ji bo berxwedan û yekîtiyê bang hate kirin

Gelê Başûrê Kurdistanê ji bo pîrozkirina Newrozê li Qendîlê li hev civiya. Di pîrozbahiyê de mesajên ji bo berxwedana Efrînê û yekîtiya neteweyî hatin dayin.

Ji heft heta heftê salî bi deh hezaran kes li qada Newrozê ya li Qendîlê li ehv civiyan. Girseya gel ku ji Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hat, bi xwendina sirûda Ey Raqîp dest bi pîrozbahiyê kir.

Bi deh hezaran kesî dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" qîriyan.

Nûnerên gelek sazî û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, aktîvîst, nivîskar, malbata Başûr Soran ê li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bû, nûnerên Tevgera Azadî, RJAK û KNK'ê tevlî pîrozbahiyê bûn.

Bavê Başûr Soran di destpêkê de axivî û piştre jî peyama KCK'ê ya ji bo Newrozê hate xwendin.

Ji bo alîkariya bi Efrînê re li qada Newrozê stant hate danîn. Alîkariya ku li vê derê hate komkirin wê ji gelê Efrînê re were şandin.

Qisekerên pîrozbahiyê destek dan berxwedana Efrînê û ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin.

Endama Komeleya Jinên Kurdistanê (KJK) Evîn Zîlan li vir axivî û got, "Eger Kurd di vê pêvajoyê de bi têgihiştî û xwedî helwest tevnegerin, wê komkujiyên nû li wan bê kirin. Di serî de jin divê tevahiya gelê Kurd li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bibin yek û destekê bidin hev."

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah jî got, "Germahiya pîrozbahiya Newrozê dewama berxwedana Efrînê ye. Efrîn bû xwedî îradeyeke xurt. Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li dijî çar parçeyên Kurdistanê ye."

Parlamenterê YNK'ê yê Parlamenta Iraqê Arêz Ebdullah jî got, "Gelek dagirkerên mîna dewleta Tirk hesab dikirin ku dikarin Kurdan ji cih û warê wan bikin. Ji wan hebûn ku dikarin Kurdan bikin Tirk, Îranî, Sûriyeyî û Iraqî. Lê belê dîtin ku tenê bi vê hewldana xwe xwe bi xwe rezîl kirin. Ev xewn û xeyala wan bi cih nehat. Her kes pê zane bê çi hate ser dagirkerên din. Dewleta Tirk çi dike bila bibe, aqûbeta wê diyar e."

Parlamenterê Tevgera Goran ê Parlamenta Iraqê Emîn Bekir bal kişand ser bi bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, komîsyona ewlekariyê ya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û zêdekirina hêzên xwe li Başûrê Kurdistanê. Bekir diyar kir ev bêdengî rê li ber fikaran vedike.

Ji alimên olî Mele Saman Sengawî û Nadir Elî ku cihê xwe di nava heyeta çû Efrînê de girt, mesaja gelê Efrînê ji gelê Başûr re ragihand. Di peyamê de wiha hate gotin, "Em ji terorîst Erdoğan re dibêjin; gelê Kurd heta niha têk neçû. Wê dîsa jî têk neçe û Efrîn wê bi ser bikeve."

Mele Saman Sengawî nerazîbûneke tund nîşanî meleyên Kurdistanî da û got, li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bêdeng in.

Ji Desteya Rêveber a Tevgera Nifşê Nû Şadî Newzad jî got, "Em li ku dibin bila bibin, em ê li ber xwe bidin û destekê bidin Efrînê."

Newroza Qendîlê bi coş, stran û govendê dewam dike.