Di Newroza Agirê de peyama şikandina tecrîdê hate dayîn

Gelê Agirî li ber muzîk û govendê Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiyê de peyama ‘Em ê bi têkoşîna xwe tecrîdê bişkînin’ derket pêş.

Li Agiriyê jî li kêleka stadyûma bajêr Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran kes tevlî Newrozê bûn. Gelê Agiriyê bi sloganên ‘Bijî Newroz’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin qadê û li ber def û zirneyê govend gerand. Li qadê pankartên ‘Dema dema serkeftinê ye’ û ‘Niha dema serkeftinê ye’ hate daliqandin.

Parlementerê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç di pîrozbahiyê de axivî û got “Heke li ser zimanê Kurdan zextek hebe, li wir pirsgirêk heye. Bi deh hezaran kes ji ber siyasetê di girtîgehê de ne. Divê girtiyên nexweş serbest werin berdan.”

Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî got “Gelê Kurd bi hezaran sal in li hemberî zilmkaran agirê Newrozê geş dikin. Agirê Newrozê li hemberî tarîtiyê qet venemirî. Gelê Kurd bi salan e ji bo azadiyê têdikoşin. Kesên ku gelê Kurd tune dihesibînin bila werin li qadên Newrozê binihêrin.”

Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Sezaî Temellî jî diyar kir divê zilm biqede û got “Li hemberî me zilmeke mezin heye. Em diçin ku derê, li ku derê Kurd hebin li wir zilm heye. Kesên çavkaniyên vî welatî miçiqandine tên li ser gel hejariyê ferz dikin. Tekane rêya aştiya li Tirkiyeyê ev e ku divê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re muzakere were kirin.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahiya Newrozê li ber stranên Koma Pel û Koma Kolektîf a Batmanê bi dawî bû.