Di navbera Heşdî Şabî û pêşmergeyan de şerekî dijwar diqewime

Hêzên Heşdî Şabî, li nehiya Tazexurmatû ya Kerkûkê û navçeya Duzxurmato ya Selhedînê êrîşî hêzên pêşmergeyan kirin.

Aloziya navbera hêzên çekdar ên Iraqê û pêşmergeyan, saet di 02:30 de veguherî şerê çekdarî. Hêzên Heşdî Şabî, êrîşî hêzên pêşmerge yên li nehiya Tazexurmatû ya Kerkûkê kirin. Êrîşê saet di  di 02:40 de dest pê kir û hêzên pêşmergeyan di cih de bersiv dan.

Niha tabûra 101'ê ya pêşmergeyan bi tank û topan bombeyan li çeperên hêzên Heşdî Şabî dibarîne. Hêzên antî terorê, ku yekîneyên taybet ên hêzên pêşmerge ye, gihîşt Kerkûkê.

Ji navçeya Dûzxumartû ya eyaleta Selahaddînê jî dengê çekan tê. Hêzên Heşdî Şabî li vê derê agir berdan buroyên partiyên YNK, PDK û Partiya Komunîst a Kurdistanê. Hêzên pêşmergeyan bersiv dan êrîşê û niha şer diqewime.