Di meha Adarê de 99 leşker li Bakurê Kurdistanê hatin kuştin

Çapemeniya Tirk ji nedîtî ve bê jî, meha Adarê di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de herî kêm 99 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Bi sala 2018'an re şerê li Kurdistanê derbasî asteke bilind bû. Li gorî daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, di meha Adarê de li Bakurê Kurdistanê di 30 çalakiyên cuda de herî kêm 99 leşkerên Tirk hatin kuştin. Encama gelek çalakiyên gerîla jî nehate tespîtkirin. Di van çalakiyan de bi dehan wesayitên leşkerî hatin rûxandin, gelek malzemeyên leşkerî jî hatin desteserkirin.

Em çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên meha Adarê bi bîr bînin:

LI BAZÎDÊ 9 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li herêma Demîrkapi ya navçeya Bazîd a Agiriyê, artêşa Tirk 3'ê Adarê dest bi operasyonê kir. Hêzên gerîla dor li leşkerên Tirk girtin û 4'ê Adarê lê dan. Li gorî daxuyaniya HPG'ê 9 leşkerên Tirk li vir hatin kuştin ku yek jê fermandarekî yekîneyê ye.

3'ê Adarê li Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê û 4'ê Adarê jî li girê Kanîreş ê navçeya Şemzînanê gerîla li şekerên Tirk xistin. Encama van her du çalakiyan zelal nebû.

8 LEŞKER LI ÎDIRÊ HATIN KUŞTIN

6'ê Adarê li nêzî Deriyê Sînor ê Dîlûcû yê Îdirê gerîla li dijî wesayiteke leşkerên Tirk çalakiya sabotajê kir. Wesayit teqiya û 8 leşkerên tê de mirin.

7'ê Adarê gerîla li çeper û stargehên leşkerî yên li qereqola Girê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Hejmara leşkerên hatin kuştin zelal nebû.

LI ŞIRNEXÊ 15 LEŞKER, LI ÎDIRÊ JÎ KONTRAYEK HATIN KUŞTIN

Roja 8'ê Adarê li navçeya Aralik a Îdirê li nêzî Deriyê Sînor ê Dîlûcû komeke kontra ku rêya ewlekariyê çêdikirin bû hedefa gerîla. Di encamê de kontrayek hate kuştin.

8'ê Adarê li mintiqa Bêrmi ya herêma Findikê ya çiyayê Gabarê gerîlayên YJA Starê ji du aliyan ve li yekîneyên operasyonê xistin. 4 leşker hatin kuştin.

10'ê Adarê gerîlayên YJA Starê li 4 wesayitên zirxî yên leşkerî yên ku li rêy anavbera Şirnex û Îkîzceyê kontrola rê dikirin xistin. 11 leşkerên di wesayitan de hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

LI BAZÎDÊ 26 LEŞKER HATIN KUŞTIN

12'ê Adarê li geliyê Birnê Ruto yê nêzî gundê Kulê yê navçeya Bazîd a Agiriyê, gerîlayan du wesayitên leşkerî yên ku personelên îstîxbaratê tê de bûn teqandin.

Êvara heman rojê wesayiteke kîrpî ya ber bi qada Demîrkapi ve diçû hate rûxandin. Di çalakiyan de 26 leşker hatin kuştin ku kontra û personelên îstîxbaratê jî tê de bûn.

DI NAVA ROJEKÊ DE LI ÇELÊ Û ŞEMZÎNANÊ 4 ÇALAKÎ HATIN KIRIN

13'ê Adarê li girên Koordîne, Xeregol û Şikêr ên navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkeran 3 çalakî hatin kirin.

Heman rojê li girê Gumbet ê Şemzînanê jî li dijî leşkeran çalakiyek hate kirin. Encama van çalakiyan nehate zelalkirin.

LI BRADOSTÊ 17, LI GABARÊ LEŞKEREK HATIN KUŞTIN

15'ê Adarê li mintiqa Bradostê li girê Masîroyê gerîla li leşkerên Tirk xistin. Di encamê de 8 leşker hatin kuştin.

Heman rojê li navçeya Basan a Şirnexê li dijî tabûra Findikê çalakî hate kirin, leşkerek hate kuştin.

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên TC çalakî hate kirin. Derb li çeperên leşkerî hatin xistin, lê hejmara leşkerên hatin kuştin zelal nebû.

16'ê Adarê li mintiqa Bradostê di navbera leşkerên TC ên xwestin xwe bigihînin ser girê Partîzanê û gerîla de şer derket. 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê li girê Masîro çalakî hate kirin. Li vir jî 7 leşker hatin kuştin.

12 LEŞKER LI BRADOST, AGIRÎ, BEDLÎS Û ŞIRNEXÊ HATIN KUŞTIN

17'ê Adarê gerîla li qereqola Serêkanî ya navçeya Bazîd a Agiriyê xistin. Di 3 çalakiyan de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

18'ê Adarê li dijî tabûra Milê Gurya ya navçeya Cizîrêy aşirnexê çalakî hate kirin. 2 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn.

Li qada Çiyayê Bizina yê Çiyayê Gabarê, du çalakî li dijî leşkerên Tirk hate kirin. 3 leşker hatin kuştin.

19'ê Adarê li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Masîro derketin operasyonê çalakî hate kirin û 2 leşker hatin kuştin.

19'ê Adarê li dijî leşkerên Tirk û kontrayên ku li qada Mêrgelo ya Bedlîsê derketin operasyonê û dar dibirîn, gerîla çalakî kirin. Di encamê de leşkerek hate kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

3 LEŞKER LI ŞEMZÎNAN Û BEDLÎSÊ HATIN KUŞTIN

21'ê Adarê li tepê Xwedê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî leşkeran çalakî hate kirin, 2 leşker hatin kuştin.

22'ê Adarê li qada Şêx Cuma ya Bedlîsê li dijî yekîneyên operasyonê hêzên gerîla du çalakî kirin. Leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

DI 5 ÇALAKIYÊN CUDA DE LI COLEMÊRGÊ 6 KONTRA Û LEŞKEREK HATIN KUŞTIN

23'ê Adarê li dijî leşkerên Tirk ên ji girê Şundirê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê ber bi geliyê Deştanê ve diçû, gerîla çalakiya sabotajê kirin. Gelek leşker hatin kuştin, lê belê hejmar ji aliyê HPG'ê ve nehate zelalkirin.

Roja 28'ê Adarê wesayiteke kontra tê de bûn ku ji qereqola navbera gundên Kendalokê û Alyawa yên navçeya Geverê derket, bû hedefa gerîla. 6 kontrayên tê de hatin kuştin.

29'ê Adarê li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê du çalakiyên cuda hatin kirin. Bi qasî ku hate tespîkirin leşkerekî Tirk hate kuştin.