Di lêpirsîna têkildarî windakirina Hurmuz Dîrîl de kesek hate girtin

Di lêpirsîna têkildarî Hurmuz Dîrîl de ku li navçeya Elkê ya Şirnexê 533 roj in winda ye, kesek hate girtin.

Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ku li gundê Mehrî yê navçeya Elkê diman, 8'ê Çileya 2020'î ji aliyê kes an jî kesên nenas ve hatin revandin.

Cenazeyê Şîmonî Dîrîl piştî 70 rojî li qiraxa Çemê Hêzilê hate dîtin.

Di lêpirsîna têkildarî vê bûyerê de 20'ê Hezîranê 3 kes hatin destgîrkirin.

Yek ji van jî Apro Dîrîl bû. Dîrîl 22'ê Hezîranê roja Sêşemê li Edliyeya Şirnexê hate girtin. Du kesên mayî jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Apro Dîrîl di heman lêpirsînê de beriya niha hatibû destgîrkirin û piştî îfadeya li emniyetê hatibû berdan.