Di lênûska gerîla de serpêhatiya şehîdan

Lênûska navê Şilêr lêhatiye kirin yek ji wan lênûska gerîlayan e. Di lênûska gerîla ya bi navê Şilêr de, fikir û hestên bi dehan gerîla lê bûne mêvan.

Di şoreşa Kurdistanê de, di bin pêşengiya fikir û felsefeya Rêber Apo de, şoreşgerên ku di oxira têkoşîna gelê xwe de ked, fedakarî, qehremanî û pêşengî dikin ji nû ve hate biwatekirin. Di rastiya gelê Kurdistanê de, nepeniya jiyana çiya û gerîlabûnê her tim bû çavkaniyek ji bo xwegîhandinê. Gerîla, ev nepeniya xwe ya di çiyayan de dijî, her tim bi tijekirina lênûskan vegot, vedibêje û wê vebêje. Lênûska navê Şilêr lêhatiye kirin yek ji wan lênûska gerîlayan e. Di lênûska gerîla ya bi navê Şilêr de, fikir û hestên bi dehan gerîla lê bûne mêvan. Her gerîlaya/ê ku li qada lê maye bi pênûsa xwe berê xwe dane lênûska Şilêr û ji bo wan kêliyên jiyankirine bihêlin ji dîrokê re, ketine nava pêşbirka nivîsandinê. Lê di lênûskê de gerîla herî zêde xwestine erka xwe ya li hemberî hevrêyên xwe yên şehîd pêk bînin. Ji lewra di lênûskê de serpêhatiya gelek têkoşerên di oxira jiyana azad de canê xwe feda kirine hatiye vegotin.

Gerîlaya YJA Star’ê a bi navê Arîn Merwan, ku bi eslê xwe ji bajarê Serê Kaniyê ye li ser wateya lênûska bi navê Şilêr axivî û wiha got; “Ji bo em xewn û xeyalên hevalên xwe yên şehîd bi cih bînin, nivîsandina li ser wan erka me ya sereke ye.”Gerîla Arîn, li ser pirsa çima navê Şilêr lêkiriye wiha bersiv da; “Ez ji gulên Şilêrê gelekî hez dikim. Gula Şilêr yek ji gulên herî xweşik yê çiyayên Kurdistanê ye. Hemû heval jî ji vê gulê hez dikin, ji lewra min navê rojnivîsê kir Şilêr.”

Arîn, fikra amadekirina vê lênûskê bi van gotinan ji me re behs kir; “Em weke yekîneyek hevalê jin a bi navê şehîd Rozerîn, ji bo pêşwazîkirina hevalên xwe li qadên cuda yê çiya dimînin. Hevalên me yên ku qada wan tê guhertin, ji bo derbasî cihê xwe yê nû bibin tên li gel me dimînin. Hinek heval carina çend rojan û carina jî heya mehekê li gel me dimînin.Di wê pêvajoya heval bi me re dimînin de, her hevalek bîranînên ku bi hevalên şehîd vedibêjin. Her wiha serpêhatiyên xwe yên di nava şer de tînin ziman. Min jî got ji bo ev bîranînên hevalan yê li ser hevalên şehîd û serpêhatiya her hevalekî/e di dîrokê re cih bigire ev lênûsk amade kir.”

Gerîla Arîn Merwan, lênûsk bi wêneyê Rêber Ocalan û cangoriyên azadiyê dixemilîne û ji bo nivîsandinê amade dike. Her gerîlayê/a ku li gel wan dimîne, lênûskê dide wan ji bo nivîsandinê. Arîn got “Dema ez ji hevalan re dibêjim hûn ê an bîranîneke xwe yan jî li ser hevalên şehîd yên hûn pê re mane nivîsan binivisînin, heval bi hezkirineke mezin vê daxwaza min pêk tînin. Hinek heval li ser hevalên şehîd dinivisînin û hinek heval serpêhatiyên xwe yê di pratîkên zor de dinivisînin. Lê heya niha herî zêde nivîsên li ser hevalên şehîd hatine nivîsandin.”

Gerîlaya YJA Star’ê Arîn, ji ber ev rojnivîsk amade kiriye gelekî kêfxweş e. Arîn di dawî de got, piştî ku ev rojnivîsk bê tijekirin ez ê rêkim ji çapemeniyê re ji bo weke pirtûka bîranînên gerîlayên bi hevalên şehîd re were çapkirin. Ger ev rojnivîsk bê tijekirin em ê yeke nû amade bikin û di rûpelên lênûskê de cih bidin serpêhatiyên her hevaleke/î xwe.”