'Di her pêvajoya krîtîk de hewl didin televîzyonên Kurdan bigrin'

Engîn diyar kir, kengî Kurd di pêvajoyeke krîtîk de bin, dewleta Tirk hewl dide qenalên televîzyonê yên Kurdan bigire û êrîşî çapemeniya azad dike.

Endamê Konseya Rêveber a KCK Qasim Engîn  der barê hewildanên girtina televîzyonên Kurdan û êrîşên li ser çapemeniya azad ji ajansê me re axivî.

Engîn diyar kir, kengî Kurd di pêvajoyeke krîtîk de bin, dewleta Tirk hewl dide qenalên televîzyonê yên Kurdan bigire û êrîşî çapemeniya azad dike.

Engîn, bal kişand liser têkîliyên qirêj a  dinavbera Eutelsat-dewleta Tirk û ji bo bêdeng mayina li girtinên televîzyonên Kurdan jî dewletên Ewropî rexne kir.

Endamê Konseya Rêveber a KCK Engîn got “Tekîliyên dîplomatîk ê nav dewletî gelek caran pir qirêj in. Lê pêwîst e edî ji bo tekîliyên xwe yên dîplomatîk, berjewendiyên xwe yên qirêj vê carê Kurdan nekin qarban”

Engîn, di dawiya nirxandinên xwe de bang li gelê Kurd, sazî, rexistin û endamên Ewropa kir ku helwesta xwe li dijî vê daxwazê nîşan bidin û wiha pêde çû;

Weke hûn jî dişopînîn bi pêşniyara  RTÛK’ê bi tê xwestin ku televizyonên Kurdan News Kanal, Stêrk û Ronahî TV bigrin. Hûn vê nezîkbûnê çawa dinirxînin?

Careke din dema ku Kurd di pêvajoyeke kritîk re derbas dibin, hewl didin ku televîzyonên Kurdan bigrin. Bi şaşwazî em dişopînîn. Pir balkeş e  ê ku her carê televîzyonên Kurdan digrin hinek dewletên Ewropî ne. An jî yê ku bi navê wan karên wiha dimeşînîn, şîrketên wiha ne. Ewropa herî zede bi demokrasiya xwe tê nas kirin. An jî dixwaze ku giştî cihan Ewropa wiha nas bike. Dema demokrasî tê gotin sê pîvanên esas hene. Yek ji van, hêza ku zagona çêdike, meclis, hêza rêvebirinê, hêza dadgehê. Dema tekîliya van bi hev re li ser esasê serxwextbûyînekê be an jî tekîlîyeke ku li ser hev bandor nekin, ev hinekî wekî formûlasyonekê en kêm parlemeteriyê yê  demokrasiyê tê dîtin. Em dizanin, bi taybetî piştî şerê cihanê duduyan  pîvaneke dîtir lê zêde bû. Ew pîvan jî yê ragihandinê ye. Ev sê tişt pêwîst in lê ji bo ku demokrasî hebe pêwîste azadiya ragihandinê hebe. Ragihandineke serbixwe hebe. Bêguman krîterên din jî hene. Weke mafê mirovan, weke derfet dayîna rexistin kirina civaka sîvîl û hwd. Rêdayîna ji bo ku ol û bawerî xwe îfade bikin. Hinek krîterên wiha jî lê zêde bûn. Lê belê hîna jî krîtereke esas ragihandine. 

FAŞÎMA XWE SAZ DIKE

Li gelek cihê cihanê ev tê gotin, taybetî jî  li Ewropa. Cihê ku ragihandin serbixwe nebe, cihê ku ragihandin rastiyan nêyne liser ziman, cihê ku ragihandin tê girtin an jî zext li ser  hebe li wê derê demokrasiya heyî nîvco dimîne an jî demokrasî tine dibe. Ev herî zede ji hêla kê ve tê gotin? Herî zede  ji hêla dewletên Ewropî ve tên îfade kirin. Em vê dizanin. Niha min got Kurd di pêvajoyeke gîrîng re derbas dibin. Pir balkêş e, kengî hêzên dagirker, metînger an jî bi zimanê îro faşizm êrîşên dijwar bi ser  Kurdan de tîne, em dibînin ku taybetî li Ewropa li hemberî ragihandina Kurd hinek destwerdan çêdibin, girtin çêdibin, ceza çêdibin. Bêguman ev mirov dide fikirandin.

NE TENÊ ANTÎ DEMOKRATÎK E; HER WIHA FAŞÎST E

Televîzyonên Kurdan li Ewropa wêşanê dikin, çima dewleta Tirkiye dixwaze televîzyonên Kurdan bigrin?

Em dizanin ku  îro li Tirkîye rastî jî faşîzm xwe gav bi gav saz dike. Vêya em nabêjin an jî tenê em nabêjin. Me di 16’ê Nîsanê de dît bi ew qas hîleyan xwestin vê faşîzma heyî bibin serî  an jî xwestin li ser destûrekê bidin runiştandin. Niha di encamê de dîktatoriyeke desturî jî heye ev jî ne gotinê me ye. Herî zede jî yê ku dibêjin em li hember rewşa Tirkiyê ne, ku berê xwe dide dîktatorîye, otorîterarîzme û ê ku herî zêde jî mafê mirovan binpê dike û herî zêde jî mafê ragihandina azad binpê dike. Em dizanin li parlêmena Ewropade dibêjin referandûm dest pê kir. Ev hemû ne ji bo wê bû ku di Tirkiye de rejîmek antî demokratîk heye. Tenê antî demokratîk jî nîn e faşîst e jî. Cihê ku lê rejîmekî faşîst hebe, saziyên yekser girêdayî wan, nêrînên ku ew temsîl bikin wê nerînên kê bibin? Sazîyên wekî desteya bilind a hilbijartinê tê gotin qaşo divê qet girêdana xwe bi desthilatdariyê re nebe. Me di hilbijartinê dît ku hemu hekîm ê ku li wir cihê xwe digrin ê dewletê AKP’ne. Rayên ku nehatin mohr kirin hîn çend seatan de gotin erê ne û ji wir şûnde jî gulek dane AKP’ê û qaşo AKP bi %51’î serket. Ev gotin jî ne yên me ne. Ev gotin jî yê Ewropayê ye, yên  rexistinên Ewropayê ne. Eger rastî ev bin wê demê çawa dibe ku bi pêşniyara RTÛK’ê wê hinek televîzyonên Kurdan werin girtin. Ev rastî jî mijareke wiha ye  ku divê mirov pir cîddî li ser bisekine. Herî zêde jî pêwîst e Ewropa li ser bisekine. Eger îro sîyasetmedarên Ewropî, parlementoya Ewropa hîna jî xwe wekî temsîla esas ê mafê mirovan a demokrasiya bilind dibîne pêwîste vê rewşa heyî qebûl neke. Divê li hemberî vê rewşê xwedan helwest bibe. Di vî mile de ev tu caran nayên qebûl kirin. Çima nayên qebûl kirin? Ji ber ku ew ên ku serî lê didin rewşa wan diyar e.

Çima dixwazin televîzyonên Kurdan bigrin?  Hinek sedemê xwe hene. Îro di Tirkiye de ew faşîzma ku xwe gav bi gav sazî dike niha jî bi diktatoriyê xwe rûniştand, li ser destûrê ji bo ku karibe xebatên ku dimeşîne xwe tev de li ser civakê saz bike wê demê pêwîste çi bike? Dengên cuda bêdeng bike, bifetisîne. Wisa bike ku ew deng neyên bîhîstin. Ê ku vê bikin kîne? Sîyasetmedar in û em îro dibînin çiqas sîyasetmedar, wekîl di girtîgehande ne. Çend şaredarî desteser kirine  û çend sed hezar mirov li zindanan in. Ev jî danayên saziyên Ewropa ne. Yek saziya sîyasetê ev e. Yêk jî ji bo ku karibin pêşî li vê tiştê bigrin çi bikin? Nêrînên cuda wekî akademîsyen, rewşenbîr û hwd. bêdeng bikin. Çend hezar akademîsyen ji zanîngehan dûr xistin. Çend hezar akademîsyen ji lêpirsînê de derbas dikin, da ku dengê xwe nekin. Yêk jî bêguman ê ku dengê xwe derdixin kî ne? Saziya ragihandinê ne. Niha tê gotin ku nezîkî sed û 60 kes li girtîgehê ne. Ev yek lê nezîkî bi sedan mirov ji kar hatin avêtin. 

Gelo çima Erdogan-Bahçelî ragihandina azad li pêşiya xwe weke asteng dibîne?

Ew tiştê ku Ewropa li ser News Kanal, Stêrk û Ronahî TV dixwazin bikin, dewleta Tirkiye ji xwe kirine. Bi dehan televizyon girtî ne, bi dehan radyo girtî ne, bi dehan kovar girtî ne, bi dehan rojname girtî ne. Çi giştî, çi heremî. Li hundir ev kirine. Çend kovar, çend rojname an jî çend televizyon mane. Lê di milê dîtir de jî bi sedan televîzyonên rejîma faşîst her roj propagandayê faşîzmê dikin. Tevahî rojname propagandaya yek destî, faşizmê, netewperestî û ol perestiyê dikin. Bi sedan kovar jî wisa, her wiha radyo. Yanî di hundirê Tirkiyê de ev bêdengkirina ragihandinê jixwe çêbûye, çêkirine. Lê ragihandina Kurd ne li Tirkiyê ye. Di Ewropa de xwe bi cih kiriye. Li Ewropa  hinek weşanê dikin, xwe dispêrin nirxên Ewropa a demokratîk li ser wê esasê li wir xebatên xwe dike. Bi şêwaza ku xwe digîhîne civaka Kurd, hem jî bêguman civaka Tirkiyê. Ew qas propagandayên li ser derewan, hîleyan careke din kêmek jî bin ev qasî hejmara tiliyan mirov jî bin dengê xwe digîhîjîne Tirkiye û ew qas derewên ku hene teşhîr û deşîfre dikin. Ev çi dike? Rejîma faşîst ne rehet dike. Ev derewê wan nahêle ku hemu civak wekî berê her were xapandin. Ji ber vê deşîfrasyonê ev rejîma faşîst  tahammûla xwe bi van re nîne. Ji bo wê jî dixwaze vana bigrin. Pêwîste ev were dîtîn. Ev rejîma faşîst ji bo ku faşîzma xwe hîn behtir bi sazî bike serî lê dana wiha dike.

HÎTLER JÎ WIHA DEST PÊ KIR

Em ji bîr nekin Hîtler jî wiha dest pê kir, hinekî me dît, li malta gotin em encamên referandumê hinek dipejirînîn. Lê bîra nekin wana 1923’an jî pejirandin. Dema Hîtler bi %92 bi dengê Almanan hat ser kar, wê çaxê jî we pejirand. Lê em dizanin ew %92 çawa derket.  Çawa ew deng standin, çawa meclîs şewitandin, çawa êrîşî sosyalîstan kirin, çawa êrîşî sosyal demokratan kirin, çawa ku di Tirkiyedê êrîşî HDP’ê kirin. Wê demê jî Hîtler heman tiştî kir. Mercîa sîyasetê tepisandin. Dervayî wê rexistinên di qadan de kar dikin çûn ser wan, bi hezaran mirov girtin. Yêk jî hezên wan ê faşizan, paramîlîter piştre navê wan ê cuda cuda bibin. Wek SSSA, piştre wê xwe formûle bikin weke Gestapo, îro jî di Tirkiyê de Ocaxên Osmaniyan heye. Rêya ku Hîtler meşandî bela sere giştî cihanê ye. Bû sedem ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin. Niha jî heman tişt Erdogan-Bahçelî dike. Ji bo wê jî li pêşiya xwe çi asteng dibîne? Hinek siyasetê asteng dibîne, hinek rewşenbîr asteng dibîne, hinek jî ragihandinê dibîne ji bo wê jî êrîşî wan dike. 

ERDOGAN-EL BAGDADÎ

Hûn nêzîkbûna dewlet, sazî û rexistinên Ewropî çawa dibinin?

Xala dûdûya jî qendê vê gîrîng e. Erdogan çendî bi DAIŞ’re tekîliyên wî hene hemu kes dizanin. Niha hûn dizanin di Astanayê de civîn heye, carna ew ên ku qaşo xwe muhalif dibinin tevlî civînê nabin, ê ku diçê bi wan re diaxive û tîne dewleta Tirk e. Gelek ji wan koman komên rastî jî weke terorîst mirov dikare nav lê bike. Dewleta Tirk an jî Erdogan bi van re tekîldar e. Ispat e ku Erdogan serokatiye van dike. Ev ne gotinên me ne. Erê îro tekîliya xwe bi Rusya re baş kiriye lê belê ev gotinên Rusya ne. Çendî petrolên DAIŞ’ê vana firotine, çendî tekîliye wan heye. Niha caran ev gotin jî hatin kirin ku kî bi rastî jî El- Bagdadî ye. Aceba ev El-Bagdadiyê ku tê gotin Erdogan-El-Bagdadî. Ew qas tekîliyê xwe ne tenê di milê hişmendî de di milê organik de jî heye. Vêya Emerîka jî dizane, Rusya jî dizane, Suriye jî, Îran jî û tevahî dewletên Ewropî dizanin. Tekîliyek wan a vekîrî heye. Ev qanalên Kurdan ê ku dixwazin bigrin News kanal, Stêrk TV û Ronahî TV herî zêde çi karî dikin? Herî zêde yek, teşhîrkirina metîngeriya faşîst a Erdogan-Bahçelî dikin, du  jî herî zêde şerê li hember DAIŞ’ê tê dayîn propagandayê wê dikin. Eger îro ev qenalan bi şiklê ku bixwazin bigrin herî zede kî wê feyde bibîne? Erdogan-El-Bagdadî wê bibîne. DAIŞ û AKP wê bibîne. Di vî milî de pêwîst e ev rastî jî were ditîn.

Bê guman xalên dîtir ji hene. Tekîliyên dîplomatîk ê nav dewletî gelek caran pir qirêj in. Lê pêwîst e edî ji bo tekîliyên xwe yên dîplomatîk, berjewendiyên xwe yên qirêj vê carê Kurdan nekin qurban. Niha em ber bi 16’ê Gulanê ve diçin. 16’ê Gulan salvegera Syces-Picot’ê. Berî vê sed salî  Kurd perçe perçe kirin. Tam sed sal bûye di çar perçeyên Kurdistan de Kurd di qirqirinê re derbas dibin. Berbirsyarê vê hun in. Berpirsyarê vê Ewropa ye. Serî de Îngîltere ye, Fransa ye. Dîsa ê ku cihê xwe di nav van civînên Syces-Pîcot, Sevr û Lozan de girti ne. Peyman mohr kirin. Asta ku Tirkan li Enqerê, ê ku 1921’an li Enqerê  kirin. Ev hemû qirqirinên li ser Kurdan e. Sed sal bûye ev gel nikarîbû rehet nefes bide, bistîne. Edî pêwîst e mirov bibeje destê xwe ji qiriqa me bikşînin. Gelek caran ev gotin tê kirin. Bi rastî jî Kurd ne Kurdên berê ne. Kurd edî hinek xwe nas kirine. Wekî sed sal berê hûn nikarin Kurdan ji bo tekîliyên xwe yên qirêj bifroşin. Di vî milê de êdî pêwîst e ev nebe. 

DENGÊ KU LI HEMBERÎ FAŞÎZMA DAIŞ'Ê TÊDIKOŞE

Ev têkîlî çi ne? Hevkariya Eutelsat û AKP hûn çawa dinirxînin?

Pêwîst e bêguman hem gelê me lê serî de dewletên Ewropî, yekîtiya Ewropa hinek tekîliya Eutelsat û dewleta Tirk re dike têxin bin mercekê. Ev çi tekîlî ne? Qaşo Ewropa, parlamentoya Ewropa ew qas li hemberî dewleta Tirk helwest digre lê şîrketên ku bi awayekî qirêj tekîlî çêdikin pêwîste li hemberî wan jî hinek  helwest werin girtin. Li gelek cihên dîtir ê cihanê ev tişt tinebûn. Dema li hember Îranê ambargo hate girtin, gelek şîrket bi Îranê re tekîlî çêkirin. Li ser Kûba bi salan dirêj kir. Liser hinek dewletên dîtir ên cihanê berdewam dikin. Niha jî heman tişt qaşo di nav Ewropa de dikin. Mînak Eutelsat dibe ku tekîliyê we yên aborî hebe, dibe ku hinek pere qezenç bikin lê ji kerema xwe ev pere qezençkirin bila ne li ser Kurdan be. Yanî Kurd êdî qurbanê vê sedsalê nîn in. Kurd êdî ne Smaîl e ku serê xwe ji kêrê re dirêj dike. Kurd di hemû cihan de wê li ber xwe bidin. Mafê xwe yê demokratîk çi bin wê heta dawî pêk bîne. Îro qala çil milyon Kurd dikin û ev çil milyon çend cihan de nîn e. Serî de her li welatekî Ewropa  hene. Her welatekî Ewropa  her Kurdek ê xwe bike dengê Ronahî, Stêrk û News Kanal TV jî. Eger êrîşa li ser dengen dîtir ê Kurdan bikin parêzvana van dengan e. Pêwîste ev were dîtîn, di vê watêyê de Kurdê berê nîn in. Heviya me ew e ku serî de parlementoya Ewropa, dîsa dewletên Ewropî yê ku xwe wekî parezvanê demokrasi dibîne, parezvanê mafe mirovan dibînin, parezvane azadiya ragihandinê dibînin pêwîste ew jî helwest bigrin. Ev hewildana dewleta faşîst a ku dixwaze her tim dengê Kurdan bigre em wê fem dikin lê nayê fêm kirin ku dema hinek hezên ku xwe temsîlê demokrasiye dibîne bibin pêşengê van karan. Em vê helwestê serî de yê Eutelsat dîsa Ewropayê ku bêdeng disekine, endamên Ewropa yê ku bêdeng disekinin şermezar dikin û ji bo gelê xwe û dostan jî pêwîst e her yekî me xwe bike parezvane ku dengê temsîla demokrasîyê dikin, dengê temsîla azadiyê dikin. Ew dengê ku li hember faşîzma DAIŞ’ê têdikoşe, ev dengê ku faşîzma metînger a ku îro li Tirkiyê  nahêle însanek nefes bide, bistîne xwedî li vî dengî derbikevin.