Di êrîşa hewayî de li Amêdiyê sivîlek birîndar bû

Balafirên şer ên Tirk jîngehên sivîlan ên li Amêdiyê carekî din bombe kirin. Di êrîşê de sivîlek birîndar bû.

Balafirên şer ên Tirk di saetên danê nîvroyê de li gundê Şêranê yê girêdayî Amêdiyê ya ser bi Dihok a Başûrê Kurdistanê bombe kir.

Di bomberdûmanê de sivîlek birîndar bû.

Di demên dawî de êrîşên dewleta Tirk a li ser qadên Heftenîn, Qendîl, Bradost, Zaxo û Amêdiyê zêde bûye. Roja Çarşemê gundê Guzê yê Amêdiyê û Pîrbûla ya Zaxo hate bombekirin.

Her wiha Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 27’ê Tebaxê balafirên şer devera Partîzan a herêma Heftenîn, 28’ê Tebaxê devera Partîzan û Geliyê Pisaxa bombe kiriye. 28’ê Tebaxê jî derdora gundê Kozinê yê Qendîl û gundê Guzê yê Garê jî hatiye bombekirin. 29’ê Tebaxê devera Geliyê Avaşîn ê girêdayî Herêma Avaşîn hatiye bombekirin.