Di êrîşa Şengalê de birîndar hene-HATE NÛKIRIN

Hate diyarkirin ku vê êvarê dewleta Tirk êrîşî Şengalê kiriye û di êrîşê de birîndar hene.

Li gorî agahiyên ku ji Şengalê hatine wergirtin, êrîş di saet 18.30’an de pêk hatiye.

Hate diyarkirin ku li gundê Xelef ê bajaroka Barê wesayîta hêzên ‘Nasr El Mûbîn’ bûye hedef. Hate diyarkirin ku ji ber êrîşê birîndar hene.

Şêniyên Şengalê çûn qada êrîşê û dewleta Tirk şermezar kirin. di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê ev êrîş çavê gelê Şengalê netirsîne.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: “Em ê li hemberî hemû êrîşên hovane yên dewleta Tirk a faşist û qirker bisekînin û di têkoşînê de israr bikîn.”