Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

'Di dîroka Êzidiyan de teslîmiyet nîne; em ê li ber xwe bidin'

Rêveberên Şengalê diyar kirin, ku yên peymanan li ser Şengalê çêdikin cihê wan li Şengalê nîne û destnîşan kir ku hatina wan hêzan wê dagirkerî be. Şengaliyan gotin, "Di dîroka Êzidiyan de teslîmiyet nîne" û diyar kirin ku wê li ber xwe bidin.

Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Hecî Kulî, Endamê Meclîsa Gel a Sinûnê Xelef Qasim û jina Şengalî Nefya Hesen, têkildarî lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê ji Radyoya Dengê Welat re axivîn.

Endamê Meclîsa Gel a Sinûnê Xelef Qasim bi bîr xist ku dema hikumetên Hewlêr û Bexdayê peymana navborî çêkirin, kesek ji Êzidiyan ne amade bû û got, "Şengal xetek stratejîk e. Pêşmerge ev cara sêyemîne ji vê derê derdikevin. Bê şehîd, bê birîndar gelê Êzidî dihêlin û direvin. Ev ne cara du û sêyemîne ku Êzidiyan di nav lepên dijmin de dihêlin. Gelê me yê Êzidî jî heta cihekî baweriya wan bi van kesên wisa heye, lê êdî baweriya gelê me yê Êzidî bi van kesan nayê. Ger rêxistin be, rêxistina me heye. Ger pirsgirêk rêvebirin be rêvebirina me heye. Em dikarin xwe bi rê ve bidin. Em ne li benda tu kesê ne. Em ê êdî li benda tu kesê nasekînin û baweriya me tenê bi me tê. Ger ew werin Şengalê dagir bikin ew tiştek cuda ye. Pêwîstiya me alîkariya wan nîne."

'DI VAN ŞEŞ SALAN DE GELEK PÊŞKETIN LI ŞENGALÊ ÇÊBÛNE'

Qasim di dewama axaftina xwe de qala fermana 2014’an û guhertinên ku piştî wê çêbûn nirxand û got, "Em di 3'ê Tebaxa 2014'an jî amade bûn, me şer dikir hevalên me yên gerîla hatin. Me mil da hev û me bi hev re şer kir. Piştre aramî li Şengalê çêbû. Di nava van şeş salan de gelek pêşketin li Şengalê çêbûne. Hem di aliyê siyasî û aborî de hem di aliyê leşkerî û rêxistinkirinê xwe de gelek pêşketin çêbûne. Berî fermanê hem ji aliyê hikumeta Iraqê ve û hem jî aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê ve gelek zext hebûn. Ji xwe herdu jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin. Ji xwe dewleta Tirk ji berî 1460 salan ve dijminê me yê yekemîn e. Lewra nahêlin, em bi pêş ve biçin. Lê roja me ya îro em bi pêş ve çûne. Em bi xwe dikarin xwe pêş ve jî bidin û bi rê ve bibin. Pêwîstiya me bi alîkariya dijminan nîne. Li vir rêveberiya me heye, Asayîşa me heye, YBŞ û YJŞ’a me heye. Her wiha meclîsên me hene. Şaradariyên me hene. Gel bi xwe van saziyan bi rê ve dibe, pêwîstiya me bi tu hêzên din nîne. Ne pêwîste ku tu hêzek din ku ji derveyî axa Şengalê were me bi rê ve bibe û biparêze."

Qasim da zanîn ku îro jina Êzidî ne tenê li Şengalê siyasetê dike û got, "Jin gelek bi pêş ketiye. Îro jina Êzidî ne tenê li Şengalê siyasetê dike, ji dervayî Şengalê li seranserî welat jî siyasetê dike. Jina Êzidî ya Şengalê siyasetê bi rê ve dibe. Jina Êzidî îro çek rakiriye û xwe diparêze û şerê dijmin dike."

Qasim diyar kir dewleta Tirk dijminê koka Êzidiyan e û got, "Dîrok her tiştî dinivîsîne, ew rêkeftina 2014'an çêbûyî ku Êzidî bi tenê bimînin. Gelek berjewendiyên cîhadên cuda cuda di nav de hebûn. Li aliyê din jî dewleta Tirk dijminê koka Êzîdiyane. Ji bo Êzidî nemînin, plana xwe ya dewleta Osmaniyan heta niha jî dimeşîne."

'DI DÎROKA ÊZIDIYAN DE TESLÎMBÛN NÎNE'

Qasim diyar kir ku di dîroka Êzidiyan de teslîmbûn nîne û wiha dewam kir: "Ev biryar a me ye. Tu kes nikare li ser navê me nûnerekî Êzidiyan hilbijêre û bişînîn vê derê. Ger bişînîn jî wê bi tu awayî nûneratiya me neke û em ê qebûl nekin. Ya din jî em ji her tiştî re amade ne. Bila bihêlin gelê Êzidî bi xwe, xwe birêve dibe. Di aliyê leşkerî de jî werin vir dagir bikin, ji xwe teslîmbûn di dîroka Êzidîyan de nîne, em ti carî jî teslîmbûnê qebûl nakin. Ger bav û kalên me qebûl kiriba îro emê jî qebûl bikin. Lê dîroka me teslîmbûnê qebûl nake û îro jî qebûl nake. Ew li wir çi rêkeftinê pêş bixin ew pirsgirêka wan e."

Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Hecî Kulî diyar kir ku ew nahêlin kesek cuda were Şengalê bi rê ve bibe û wiha got, "Em naxwazin ji derveyî îradeya me kes were Şengalê, em bi xwe dikarin Şengalê bi rê ve bibin. Em dixwazin alikariya Şengalê bikin, lê yê ku tê jî ne jî xêrê tê. Ji ber vê yekê nêzîkatiyên ne li gorî berjewendiyên gelê Şengalê em qebûl nakin. Me divê qeymeqamek ji nava vî gelî were hilbijartin û li gorî berjewendiyên vî gelî kar û xebat bide meşandin. Em tiştek din ji hikumetê naxwazin. Em nahêlin kesek cuda were Şengalê bi rê ve bibe."

'ÊZIDÎ QET NATIRSIN'

Jina Êzidî Nefya Hesen jî diyar kir ku Êzidî qet natirsin û got, "Dema komkujî û ferman li ser Êzidiyan pêk hatî gelek kes li Şengalê bûn, van kesan tiştek nekirin. Çiyayê Şengalê di devê guran de hiştin û reviyan. Bi hezaran keç, jin û zarok ketin destê hovan. Ti kes li me nebû xwedî. Ew kesên li me bûn xwedî û bi hewara Şengalê û Gelê Êzidî ve hatin, em ji fermanê rizgar kirin em deyndarê wan in. Van kesan em di hembêza xwe de xwedî kirin. Bi hezaran şagirtên Serok Apo ji çiyayê Qendila pîroz xwe berdan Çiyayê Şengalê zarokên Êzidiyan xilas kirin, kal û pîrên Êzidiyan li milê xwe kirin. Em ti carî qenciya van şagirtan ji bîr nakin. Ew in xelaskarên me. Heta ku em sax bin em daydarê wan in. Hemû cîhanê dît ku şagirtên Serok APO hatin Şengalê. Çawa bi serbilindî hatin vir û bi serbilindî çûn jî. Niha li vê derê YBŞ û YJŞ a me heye. Ev hêz ji xort û keçên me yên Êzidiyan pêk tê. Ew hatin em xilas kirin û perwerde dan me. Em fêrî çek bikaranînê û xwe parastinê kirin. Mînak berê min nedizanî çek bikar bînim. Lê piştî hatina wan ez êdî dikarim çek bikar bînim. Ez dikarim li ber dijmin jî bisekînim û li ber xwe jî bidim. Ez dikarim niha zarokên xwe jî xilas bikim. Bi hatina wan re, ew tirs di dilê me de şikandin. Em niha natirsin. Em dikarin li ber xwe bidin. Gotinek Ş. Zerdeşt hebû digot; 'Êzidî natirsin'. Bêguman Êzidî natirsin, heta ku dengek weke Ş. Zerdeşt di nav me de heye û di guhên me de deng vebide em ti carî natirsin. Em careke din qebûl nakin ku ew kesên îxanet li me kirin û em firotin careke din werin Şengalê. Ew dayîkên şehîdan, xwîşkên şehîdan qebûl nakin ew werin. Di şerê Xanê û Sinûnê de kê xortên me şehîd xistin. Em ê dîsa berdêl bidin lê em Şengalê bernadin. Rêveberiya Şengalê heye, çima dema Şengal di bin fermanê de tu kesê xwe lê nekire xwedî û negotin em rêveberiyê ava bikin. Çima negotin ev xort û ciwanên ji fermanê mayîn bên perwerde bikin. Piştî fermanê wan bi xwe, xwe perwerde kir û meclîsa xwe ava kir. Xizmetguzariya xwe ava kirin. Piştî Şengal aram bû û tiştek li Şengalê nemaye niha dibêjin em ê dîsa Şengalê bifiroşîn. Niha çi li Şengalê ye. Piştî vê komkujiyê piştî vê fermanê, niha jî bi hezaran zarokên me di destê DAÎŞ de mane. Bi hezaran xortên me di destê DAÎŞ de mane. Çima nebêjin em biçin wan jin û zarokan ji destê DAÎŞ’ê xilas bikin. Hinek me dikirin hinek jî me difiroşin. Êdî bes e, ma heta kengê hûnê me bikirin û bifiroşîn. Ev xortên û jinên ku niha ji fermanê mane, YBŞ û YJŞ'a me ye."

'ÇI MIROVÊ DIBÊJE 'EZ ÊZIDÎ ME' BILA CAREKE DIN XWE NEFIROŞE'

Hesen di dawiyê de wiha got, "Şengal ti carî nabêjin bila pêşmerge bizivirin. Ji sedî pêncî nabêjê bila werin. Ew her pênciyên ku dibêjin bila werin jî ew jî bi wan re ne. Yên ku ne bi hizbekê re be, dibêje bila neyê. Bila careke din me nefiroşin. Em naxwazin û qebûl nakin. Me bi hezaran dîtin ku di navbera me de gavek jî nebû em di nav dijmin de hiştin û reviyan. Em vê qet ji bir nakin. Çi mirovê ku dibêje ez Êzidî me bila careke din xwe nefiroşe. Bila careke din Çiyayên Şengalê nespêrin tu kesî. Ew Êzidiyê ku dibêje ez Êzidî me, ne Êzidiyê xwe firotî, daxwaziya me jê heye li ku derê be, li kîjan welatî be û yê ku dengê me digehitê careke din kirîn û firotina li ser Çiyayê Şengalê qebûl nekin. Çiyayê Şengalê nespêrin ti kesî."