Di derbarê Frat Anli de biryara girtinê

Li ser nerazîbûna Serdozgerê Komarê yê Amedê, di derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli yê ku 14’ê Tîrmehê hate berdan de biryara girtinê hate derxistin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, nerazîbûn nîşanî berdana Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Abdullah Bal ên ku di 14'ê Tîrmehê de hatibûn berdan, kir. Dozgerê rûniştina 8'emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê daxwaznameya nerazîbûnê da 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê. Dozger, di daxwaznameyê de destnîşan kir ku biryara berdanê derveyî qanûnê ye û xwest ku di derbarê Anli û Bal de dubare biryara girtinê bê derxistin.

Dadgehênerazîbûna dozger nirxand û qebûl kir. Li ser vê dadgehê, biryara "girtinê" Anli û Bal da.