Di 5 salan de 20 hezar û 474 kes ji medya civakî hatin darizandin

Wezîrê Tirk Suleyman Soylu li xwe mikur hat ku ji ber parvekirinên medyaya civakî li ser 20 hezar û 474 kesan lêpirsîn hatiye kirin.

Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu bersiva da pirsên Parlamenterê CHP'yê Balikkesîrê û Endamê Komîsyona Karê Navxwe Enser Aytekîn.

Soylu li xwe mikur hat ku di navbeyna 2013-2018'an bi hinceta parvekirinên medyaya sosyal li ser 20 hezar û 474 kesan lêpirsîn hatiye vekirin. Di bersivê de nehate gotin bê ka ji van çend kesan ceza xwariye.

''NÎŞANEYA PRANGAYÊ'

Aytekîn li ser vê rewşê got, ''ev nîşaneya wê prangayê ye ku dixwazin li azadiya ramanê bixin''. Aytekîn kesek nikare wan qanih bike ku bi lêpirsînên li ser medyaya civakî muxalefetê nakin hedef û ev nêçîra desthilatê bi îmzeya Suleyman Soylu mîsoger bûye.