Serdan li malbata şehîdê Berxwedana Efrînê hat kirin 

Komîteya Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê ya PKK’ê , piştî ku nasnameya gerîlayê şehîd ê Berxwedana Efrînê eşkere bû, çû serdana malbata şehîd. 

Komîteya Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê ya PKK’ê da zanîn ku Cûdî Qendîl (Abdullah Ehmed) yê ji Çiwarqurnê, di salvegera pêncemîn a dagirkirina Efrînê de, di berxwedana Efrînê de şehîd bûye.

Komîteya Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê ya PKK’ê, serdan li malbatê kir. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, Seyîd Xalid ku mafê axaftinê girt, got: "Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xeta xiyanetkar ên li ser Kurdan berdewam in. Şehîd Cûdî pêşeng û qehremanekê gelê me bû. Ji bo parastina xelk û welatê xwe canê xwe da."