Dewreya gerîla ya ji bo bîranîna Firaz Dag qediya

Dewreya zivistanê ya Akademiya Çapemeniyê ya Gurbet Ellî Ersoz ya ji bo bîranîna Firaz Dag (Mehmet Aksoy) a li Qadên Parastinê yên Medyayê bi dawî bû.

Dewreya perwerdehiya îdeolojîk û pîşeyî ku 15’ê Kanûna 2017’an dest pê kirî bi dawî bû û 16 endamên çapemeniyê jê mezûn bûn.

Di dewreyê de, ya ku bi bîranîna Firaz Dag hate kirin, ku Firaz Dag 26’ê Îlona 2017’an li Reqayê di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser zemîna paradigmaya demokratîk, ekolojik û azadîxwaziya jinê dersen dîroka Kurdistanê, dîroka civakan, rastiya Rêbertî, dîroka PKK’ê, dîroka çapemeniya Kurd, propaganda-ajîtasyon û şerê psikoloîk hatin dîtin.

16 ciwanên ku ji Akademiya Çapemeniyê ya Gurbet Elî Ersoz mezbûn bûn, gotin, ew peyrewê Firaz, Nûjiyan, Xerîb, Mazlûm, Gurbet Ellî Ersoz, Şîlan û Xelîl Dag in. Xebatkarên çapemeniyê sond xwarin ku ew rastiyê bi rengê herî zelal ji bo gelan ragihînin.

Nûçegihanên ciwan wiha gotin: ‘Em ê daxwazên Deniz û Nûjiyanan ku ji Qadên Parastinê yên Medyayê heta bi Mexmûrê, çiyayên Şengalê reng û jiyana gelê Kurd û Êzîdiyan bi berxwedanê li tartiyê nehiştin, bi taybetî jî di ber jiyana azad de berxwedana azadiyê nivîsîn û di zeryaya jiyana nû de her kêliya azad qeyd kirin, bidin jiyîn. Bi dilsoziyeke mezin em ê bibin şopdarên jiyana azad. Em ê jiyana Deniz, Firaz û Nûjiyanan bi biryardariyeke qeyîm bidin jiyîn.’’

Li Akademiya Çapemeniyê ya Gurbet Ellî Ersoz dewreya zivistanê bi merasîm û pîrozkirinê bi dawî bû.