'Dewletên navneteweyî bi awayekî cidî nêzî koçberan nabin'

Cîgirê Desteya Kar û Barên Civakî Mehmûd Kero diyar kir, dewlet û saziyên navneteweyî bi xemsarî nêzî koçberên tên Rojava dibin û destnîşan kir, ku ji bilî Rêveberiya Xweser, heta niha kesî alîkariyeke cidî nedaye.

Cîgirê Desteya Kar û Barên Civakî ya Rojava Mehmûd Kero li ser rewşa penaberên li Rojava û pirsgirêkên wan, ji ANF'ê re axivî. Mehmûd Kero diyar kir, dewlet û saziyên navneteweyî bi xemsarî nêzî koçberên tên Rojava dibin û destnîşan kir, ku ji bilî Rêveberiya Xweser, heta niha kesî alîkariyeke cidî nedaye.

 Li Rojava niha niha çend wargehên penaberan hene û hejmara penaberan çiqas e?

Li kantona Cizîrê 4 wargehên penaberan hene. Wargeha Newrozê, li vê wargehê gelê me yên Şengalê yên Êzîdî lê dimînin. Hejmara 2 hezar e. Wargeha Holê heye ev jî penaberên Iraqî lê dimînin. Hejmara wan 25 hezar kes in. 2 hezar jî ji van koçberên Tirkmen in. Wargeha Mambûrka ev jî penaberên Sûrî ne, hejmara vê wargehê nêzîkê 7 hezar e. Di vê wargehê de hin penaberên Sûrî hene em wan derbasî wargeha Holê dikin. Li Kobanê wargehek heye. Li Efrînê wargeha Rûbar heye. Wargeh bi xwe piçûk e, bi qasî 4 hezar e. Lê di giştî Efrînê de hejmara penaberan texmîna min 100 hezar kes heye. Li Eyn Îsa 7 hezar. Li Minbicê texmînî 140 hezar, li Til Ebyad (Girê Spî) bajar giştî tije bûye. Niha li qadên şer jî hene. Lê em nikarin xwe bigihînin wan. Di navbera Tepqa û Reqa de mane. Tenê hêzên leşkerî alîkariya wan dikin. 

Ji bo penaberan ji aliyê dewlet û saziyên navneteweyî ve alîkarî tên kirin? Her wiha penaber herî zêde ji kîjan alî ve zehmetiyan dikişînin?

Ji aliyê dewletên navneteweyî ve pir zêde alîkariyek wisa cîdî ji bo penaberan tine ye. Hin rêxistinên navneteweyî hene, alîkarî dikin, lê ew jî pir kêm dimînin. Wargeha Newroz ji ber ku di çapemeniyê de bû rojev, alîkarî ji bo wê hat kirin. Lê yên din alîkarî ji bo wan pir zêde kêm e. Mînak; wargeha Mambûrka, me berê jî ji wan re gotibû ku dema pêngava Reqa dest pê bike, wê gel pir zêde bê. Lê li rixmê vê jî hewldanek wan çênebû. Dema ku şer dest pê kir, gel hat, li çolê ma, bê xwarin û bê av man û heya niha jî wisa ye. Ji xwe xwarin ji aliye rêveberiya xweser ve tê dayîn. Dîsa ev demek dirêjbû ku pirskirêka avê li vê wargehê pir zêdebû. Nû berê hefteyekî kêmek ji bo avê alîkarî dan. Dîsa derman tuneye. Di vê wargehê de alîkariya rêxistinên navneteweyî ez dikarim bêjim ku qet nîn bû. Sozan didin lê li ser van sozên xwe nasekinin. Tiştên heyî ji aliyê rêveberiya xweser ve tên dayîn. Dîsa heman nêzîkatî li wargeha Holê de jî hat jiyan kirin. Ji bo şerê Mûsil jî me gotibû berê şer dest pê bike, pêwîste amadekariyên pêwîst bên kirin. Lê piştî ku şer derket gel hat 2-3 heyva li çolan ma, di bin daran de man, bê xwarin û bê av man şunde kêmek alîkarî dan. Heya rewş pir xirab nebe midaxale nakin. Wê demê jî dîsa rêveberiya xweser alîkarî kir û pêwîstiyên wan yên zarûrî pêk anîn. Ji xwe ji bo alîkariya tendirustî jî her tim heyva sor dike.  

Li aliyê Reqa wargeha Eyn Îsa heye. Ev wargeh jî rewşa xwe wek ya Mambûrka ye. Li vir jî ti tişt tine ye. Li vir derveyî heyva sor tu rêxistin û sazî alîkariyê ji bo dermanan nake. Ji xwe me hêviya xwe ji bo alîkariya xwarinê qut kiriye.  Li vir me bi xwe mitfaqek çê kiriye. Lê kes alîkariya tiştekî nake ku em di vê mitfaqê de tiştekî çekin, li gel belav bikin. Tenê hin caran av tînin. Ev jî bi heyvane em dibêjin, nû berê hefteyekî anîn. Li vê wargehê 1500 kes heye, ew dibêjin, 'me 400 kon aniye.' Lê ev têrê nake. 6 hezar selikên xwarinê anîne, ev tenê têra du rojan dike. Piranî li ser çapemeniyê dibêjin, 'em alîkarî dikin' lê di piratîkê de tiştek tuneye. Gel dema ji ber şer cihê xwe berdidin, meclîsa Reqaya sivîl wan cihekî kom dike û dema hijmara wan dibe 2 hezar wan tîne Eyn Îsa. Gel tê Eyn Îsa lê xwarin nîne ku em bidin wan. Tên rojek du roj dimînin, neçar dimînin ku derbikevin. Vê carê li bajar belav dibin. Rêveberiya xweser ji bo xwarin, derman û av alîkarî dide. Lê ev tenê têrê nake. Niha havîn hatiye dinya germ bûye li çolê dûpişkek li kesî bide derziyek nîne ku em li wan bidin. 

Dîsa ji ber şerê Reqayê, kesên ku gund û bajarokên xwe berdane, derveyî wargehan, hin cihên din kom dibin. Mînak li Keramê niha bi qasî 35-40 hezar însan hene. Heya berê hefteyek jî me xwarin dibir. Rêxistinên navneteweyî alîkariya selikên xwarinê dikirin lê vê têrê nedikir. Ji ber ku kêm didin. Mînak, selikên xwerinê li gor heyvekî tên amade kirin. Her malbatek selikek jê re tê dayîn û ev heyvekî wan re diçe. Lê wan kêm dixist van selikan. Selikên wan tenê têra du roja dike. Dibêjin ku 6 hezar selik anîne. Ev 6 hezar selik tenê têra du rojan dikin. Em dikarin pir bi awayek vekirî bêjin ku haya tu kesî ji rewşa penaberan nîne. Ev saziyên navneteweyî tiştekî ji bo wan nakin. Gel bê xwarine, bê ave, bê pêwîstiyên razanêye. Ji ber kêmbûna derfetan însan jiyana xwe ji dest didin. 

JI BER TINEBÛNA ŞÎR ZAROK JIYANA XWE JI DEST DIDIN

Heya niha çend kesî jiyana xwe dest daye?  

Zarok ji ber tİnebûna şîr jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku kon tine bûn, di firtineyên tozê de însanan jiyana xwe ji dest da. Heya niha 8 kesan ji ber tozê jiyana xwe ji dest dane. Çend kes ji ber tinebûna avê jiyana xwe ji dest dan. Dîsa hin zarokên ku nû çê bibûn, ji ber tunebûna şîrê dayîkê jiyana xwe dest dan. Li hember firtineyên tozê zarok nikarin li ber xwe bidin. Ji ber avên ne paqiş mirov nexweş dikevin û zarokan jiyana xwe ji dest didin. 

EM NEÇAR IN JIYANA VAN MIROVAN BIPARÊZIN

Sedema ku rêxistinên navneteweyî alîkariyê nakin çiye? 

Bê guman hin sedemên ku li pêşiya alîkariya dibin astengî heye. Başûr ambargo daye ser Rojava. Deriyê sêmalka girtiye û nahêlin alîkarî were. Dîsa Tirkiyê derî girtine û nahêle alîkarî bên. Ji xwe tirkiye vê wek bazarekî bi kar tîne. Ji bo ku pêşiya Rojava astengî derbixîne hemû hewldanan dike. Vê dawiyê êrişek jî li ser koçberan çêbû. Li ser sînor penaberên ku ji DAIŞ direviyan hatin qetil kirin. Dibe ku hin derdor vê tenê wek êrişek DAIŞ dibînin. Lê em dizanin ku di vê de jî destê dewleta Tirk û hikimeta AKP'ê heye. Saziyên sivîl yên navneteweyî ger ku deriyê İntabê bê vebe dikarin alîkarî bînin.  Dîsa rejîma Sûrî jî nahêle alîkarî bên. Ew jî astengiya derdixe. Bi vî awayî rêveberiya xweser tenê dimîne û nikare pêwîstiya hemiyan pêk bîne. Lê di rastiyê de kesekî bi rastî bi awayek cîdî xwe nedaye ber vî karî. Tenê yê ku cîdî digire rêveberiya xweser e. 100 hezar be jî, mîlyonek be jî me xwe ji ber vî karî de berpirsiyar dîtiye û kes alîkarî neke jî em ê heya dawiyê alîkarî bidin wan. Em neçarin ku van însanan sağ bêhêlin. Dibe ku derfetên me têra wan nake. Lê tenê ji bo sağ hiştinê be jî çi ji destê me bê em ê bikin. Dibe em nikarin wek tê xwestin xwarin û derman her tiştî bidin wan. Lê divê kes ji birçîna û bê aviyê nemire.

DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ BÊ EDELETIYÊ DIXIN NAVA KOÇBERAN

Lê ez vê jî bêjim. Rêxistinên ku alîkariyê dikin jî pir zêde bê edeletiyê dikin. Mînak ez bêjim, pir zêde ferq dikin nav penaberên, sûrî û iraqê. Li gel wan pir zêde qîmeta penaberên sûrî nîne. Herwiha di navbera me û rejîma sûrî de jî ferqê dikin. Niha, mihafizên sûrî heya ku destûrê ji hikimetê negirin nikarin tu tiştekî belav bikin. Lê rêveberiya me ya xweser hemû derî vekirî hiştine. Dibêjin, "tenê hûn kar bikin çi alîkarî bibe em bikin." Gelek caran ji bo hin deran rexistinên navnete weyî dibêjin em nikarin biçin wir û alîkarî bikin. Ji ber ku şer heye, xeterî heye. Mînak, ji bo wargeha Holê çend heyv nehatin. Ji ber ku 50 km dûrê şer bû. Dîsa digotin, "mayîn hene". Me komîteyên ji bo belavkirina alîkariyan derxistine. Çi der hebin ji bo em xwe bigihînin. Şer jî hebe, çi dibe bila bibe em xwe digihînin. Em ji wan re jî dibêjin, "hûn bînin, em belav bikin." Dîsa jî xwe nadin ber. Em vê bêjin alîkariya wan piranî ji bo ragahandinê ye. Lê di piratîkê de tu tiştek nîne. Berê şerê musil li cihekî 1000 kon danîn û gotin, ev ji bo amadekariya şerê Mûsile. Lê bayek hat nîvekî van konan qetiyan. Amadekarî ji bo 5 hezar kesî kiribûn, di çapemeniyê de gotin me ji bo 15 hezar kesî amadekarî kirine. Herwiha, li wargehan gelek caran jî tiştê bê wext dikin. Mînak, demek ku koçber xwerin û avê nabînin, dibêjin em e perwerdeya dest şûştinê bidin zarokan. Av tune zarok vexwe. Dîsa dibêjin em ê perwerdeya bikaranîna telefonê bidin jinan. Em ji wan re dibêjin, " her tişt dema xwe heye. Heya tu vê dikî, avê bîne, xwarin bîne, derfetên cih jê re çêke, pêwîstiyên razanê jê re peyda bike, medreseyên zarokan xirabûne vê ava bike, ango defter, qelem ji wan re bîne û hwd.   

KOÇBER LI ROJAVA HÊVIYA JIYANÊ DIBÎNIN

Çima koçber zêdetir berê xwe didin Rojava?

Ji ber ku di Rojava de star heye. Ew di Rojava de hêviya jiyanê dibînin. Ji ber wê giranî koçber xwe didin aliyê Rojava. Ji xwe ew bixwe jî dibêjin, ' Quweta we ya leşkerî, quwet sûriye demokartîke, em jî vê dibînin, QSD'ê dibînin ji ber vê em tên vir.' Heya vê jî dibêjin; 'Ger ku şerê Mûsil xilas bibe jî em naxwazin bizvirin. Ger ku hûn me dernexînin em e neçin. Vir kes ji me re nabêje tu sûniyî, tu şîî yî, ola te çî ye? Em ji xwe re karê xwe dikin û rehetin. ' li vir bi awayek xwezayî ji xwe re jiyanek ava kirine. Mînak; li wargeha holê ji xwe re sûk ava kirin, meclîsa wan ya gel heye, komînên wan hene, mala jin heye. Taybet jî jin naxwazin herin. Jin li vir, şexsiyeta xwe hisiya ye. Xwe nas kiriye. Êdî zilam nikare zorê lê bike. Nikare mafê wê bin pê bike.  

Derveyî wargehan hejmara koçberên li bajaran belav bûne çiqase? 

HEjmarek diyar ez nikarim bêjim. Lê bi sedhezaran niha koçber em dikarin bêjin ku di Rojava de ne. Di hundirên bajaran bi xwe de. Tenê penaberên Iraqî 40 hezar kes in. 25 hezar li kampa Holê ne, tenê bajarê me bixwe de 14 hezar û gelek bajarên din jî belav bûne. Ev koçberên ku li bajaran belav bûne hijmarên xwe pir zêde ne.  

Ew çawa debara xwe dikin?

Berê niha heyvekî ji bo van penaberan selkên xwarinê dihatin belav kirin. Ji wan piraniya wan demek dirêjin ku virin. Ev li Qamişlo, Girkê legê, Amûdê, Dêrikê uu gelek bajaran bi cih bûne. Êdî gelek wan kar ji xwe re peyda kirine, kêm be jî jiyanek dane ava kirin û îdareya xwe dikin. Ji ber vê jî me ev da sekinandin. Niha herî zêde di navbera me û saziyên navneteweyî de ev pirskirêk heye. Li gelek cihan mirov birçîna dimirin. Wek Ebû Xeşeb, Mekmen, gundên Dêrê û gundên Reqagelek kes xaniyên wan xirabûne, li çola mane, bê xarinin, pêwîstiya alîkariyê heye. Lê saziyên navneteweyî di bin navê em alîkarî belav dikin, diçin didin kesên ne mihtaç. Tên li qamişlo, Dêrikê û hin bajarên din belav dikin û rapora xwe didin. Ji ber vê jî me ev kar da sekinandin. Me got; ' biçin cihê ku lê şer heye, li wan deran belav bikin. Ew bixwe jî şaş dimînin, dibêjin cihê ku hûn dibêjin biçin wan belav bikin, hemû erebin. Ji qada we dûrin û qutin, çima hûn dibêjin bibin wir? Em jî bi israr ji bo ku bibin wan deran di ser wan de diçin. Niha li Şedadê her der xirabûye, pêwîstiya gel heye, li rîfê Reqawisa, lê ew dixwazin Qamişlo belav bikin. Bê guman pêwîstiya kesên vir jî heye. Lê herî kêm ew kêmek be jî debara xwe dikin. Lê yên din ji bo ku jiyana xwe dest nede, tenê ji bo ku bijî, sax bimîne pêwîstî heye.

Niha pêngava Reqayê didome. Di demeke nêz de wê pêngava rizgarkirina bajêr dest pê bike. Ji bo vê jî amadekarî hene?

Niha pêngava Reqayê didome û demek nêzîk de wê pêngava rizgarkirina bajêr dest pê bike. Dema ku ev dest pê bike wê 150 hezar însan bên. Ger di niha ve amadekarî neyên kirin, bi sedan însan wê di çolan de bimîne û havîne dinya germe gelek kes ji ber bê aviyê wê jiyana xwe ji dest bidin. Me ev ji saziyên navneteweyî yê karê penaberan dike re got. Ew jî dibêjin; 'me 2 mîlyon dolar aniye.' Ev 2 mîlyon dolar tenê têra 20 hezar kesî dike. Ji bo pêwîstiyên xwarinê jî heya niha kesekî xwe nedaye ber. Dewletên navneteweyî ji bo giştî pêngava Reqa2 mîlyon dolar dan, lê ji bo ku tirkiye koçberan derbasî welatên wan neke 3 mîlyar dolar dan. Ger ku niha ve alîkariyek neyê kirin, dema şer dest pê bike wê rewşa penaberan pir xirab bibe.