Dewletê çav berda meaşê jina 70 salî

Li Wanê meaşê yixtiyarî û astengbûyiyê ya Kubar Tunce ya 70 salî ya bi nexweşiya parkînsonê hate birîn.

Kubar Tunce li taxa Hecîbekir a Wanê dijî, 70 salî ye, diyar pênc zarokan e û bi nexweşiya parkînsonê ye. Zaroyekî wê yê astengdar jî heye. Walîtiya WanÊ meaşê astengbûyiyê û yixtiyariyê yê Tunce birî. Li ser vê jina yixtiyar şepirze bû. Tunce ya ku bi dermanan li ser piyan dima piştî ku meaşê wê heta birîn nema dikare dermanan jî peyda bike.

Tunce got kurekî wê astengbûyî ye û kurekî wê jî ev 10 sal in li girtîgehê ye, ev 30 sal in bi nexweşiya parkînsonê ye û got, ''Ez hewceyî alîkariyê me. Min bi meaşê yixtiayrî û astengbûyiyê îdare dikir. Ev 2 sal in meaşê min birîne. Ev zilm e. Çav berdane meaşê min. ''

Emrah Tunce ê 26 salî ku bi diyar xwe re dijî got, ''Dewletê her tiştê me birî. Em nikarin fatoreya xwe jî bidin. Mala wan ava cîranê me alîkariyê bi me re dikin.''