‘Dewleta tirk nikare vîna me bişkîne’

Artêşa Tirk a dagirker êrîş vê carê bire ser gundê Sûsikê û Yariqoyê yên girêdayî Girê Spî û ev her du gund bi tank û topan bombe kir.

Îro di navbera saet 02:00 û 03:00'yê  berêvarî de artêşa Tirk êrîş vê carê bire ser gundê Sûsikê  û Yariqoyê yên girêdayî Girê Spî  ku 8 KM li rojavayê Girê Spî dikevin û ev her du gund bi tank û topan bombe kirin.Ev her du gund jî araziya wan nizm e di bin kontrola êrîşên artêşa Tirk de ne ku bi taybet dibistanek û 3 malên hemwelatiyan armanc kirin,her wiha hemwelatî jî di dema van êrîşan de çemberkirî ne û nikarin ji gund derkevin, ji ber ku çeteyên Tirk wan gulebaran dikin.Ev gund jî, bi tevahî şêniyên wan Kurd in.

Li aliyekî din hemwelatiyên van gundan ên ku gelek êş û azar berê ji destê DAIŞ'ê dîtibûn,vê carê dîsa bi destên dewleta Tirk dopêçkirî ne lê vê carê hemwelatiyên van gundan dibêjin ku me ji êşên xwe yên berê tecrûbe girtiye û em ji gundê xwe dernakevin 

Hemwelatiyê bi navê Omer Yasîn ku ji gundê Yabisê ye ku ew gund li  rojhilatê gundên ku tên topbaran kirin  ,ji me re got:''Em êdî dev ji vê axê ber nadin ,ne ku Turk tank û topên xwe bi ser me de bîne ku çi bike jî em êdî ji axa xwe dernakevin ji ber ku me hîna nivîsên çeteyên DAIŞ'ê li ser dîwaran ji bîrnekirine'' Yasîn bi berdewamî got: '' Divê Tirk zanibin vê vê carê ne wekî carên berê ye û em ê bersiva her bombeyên wan bidin.’’

Her wiha heta niha jî li herêmê denge guleyan te bihistin.