Dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Çileyê de bi balefirên şer sê saetan herêma Reşawa a Dêralokê, derdora Zapê û gundên li Kurê Jaro bomberdûman kir. Derket holê ku li gundê Etûtê yê li Kurê Jaro 2 sivîl di vê bomberdûmanê de hatine qetilkirin.
NAVÊ KESÊN KU HATINE QETILKIRIN
Derket holê ku gundiyên bi navê Sitkî Sincî Rêkanî, Hekîm Kiryaderî, Sîdat Sîdan, Cîger Sîdan û Alî Sîdan di êrîşê de hatine qetilkirin.
Sivîlên bi navê Îsmet Sîteî, Şaban Dîhûkî, Faxir Sarkî jî li Geliyê Balindê yê Şeladizê şehîd bûbûn.
Sê birayên bi navê Tahir Nerwe Sîto, Mecîd Nerwe Sîto, Ramazan Nerwe Sîto ên ji eşîra Doskî li gundê xwe Nerweyê ji ber êrîşên balefirên artêşa Tirk hatibûn qetilkirin.
Li gundê Eredinê yê Amêdiyê jî sivîlên bi navê Remezan Mihemed Abdûrrahman, Îsmaîl Hesen, Dilowan Salih jî ji ber êrîşê hatibûn qetilkirin.
Herî dawîn jî di 23’ê Çileyê de li herêma Reşawayê 4 li gundê Etûtê jî 2 sivîl hatibûn qetilkirin.
GEL MEŞIYA
Piştî veşartina cenazeyê 6 kesan, gelên li Dêralok û Şeladizê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û ji bo şermezarkirina bêdengiya hikumeta herêma Kurdistanê û ya Iraqê meşek lidarxistin.
FERMANDARÊ PÊŞMERGEYAN: EM Ê LI DAGIRKERAN BIDIN!
Ji ber qetilkirina gundiyên li Reşawa û Etûtê fermandarekî pêşmergeyan nerazîbûneke tund nîşan da. Fermandarê pêşmergeyan got ku, “Ne girîng e ku, yên hatine qetilkirin ji kîjan partiyê ne. Yên ku hatine qetilkirin Kurd in û dewleta Tirk ev qetlîam kiriye. Em ê bi roketên RPG-7 li wesayîtên MÎT’ê bidin yên ku ji herêma me derbas dibin.”
https://anfkurdi.com/kurdistan/hebuna-leskeren-tirk-li-basure-kurdistane-u-hesaben-operasyone-54424