Dewleta Tirk li Rojhilat û Îranê hate şermezarkirin

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û li paytexta Îran Tehranê gel dakete qadan û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kir.

Li bajarên Sine, Merîwan, Kamyaran, Bokan û Rişt ên Rojhilatê Kurdistanê û li paytexta Îran Tehranê gel dakete qatan û êrîşên barbar ên dewlet Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir.

Tevî ku rejîma Îranê gelek astengî derxist pêşiya gel jî çalakî pêk hatin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" hatin şermezarkirin û berxwedana serdemê ya li dijî dagirkeriyê hate silavkirin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, hêzên rejîmê li Merîwanê çalakgerên bi navê Ednan Hesenpûr, Hemey Daniş û Nasih Baxîş binçav kirine.