Dewleta Tirk li Depê bi rêya belavokan ji xwe re li cerdevanan digere

Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Dep a Elezîzê li gundên navçeyê belavokan belav dike û bi vê rêyê hewl dide cerdevanan ji xwe re peyda bike.

Li navçeya Depê ku di nava pênc salên dawî de 30 cerdevanan îstifa kirine, dewletê demeke dirêj beriya niha ragihandibû ku wê 20 cerdevanên nû werin girtin, lê heta niha kesî serî li dewletê nedaye. Li ser vê yekê rayedarên dewletê serî li rêbazeke nû dan.

Qeymeqamtiyê meha bihurî bi civîn bi keyayên gundan re kir, hin belavok da wan û ji wan xwest, van belavokan li gundan belav bikin. Keyayan jî dest bi belavkirina van belavokan kirin.

Di van belavokan de tê gotin, wê 20 kes ji bo cerdevaniyê were girtin. Lê tevî ku 4 roj di ser belavkirina van belavokan re derbas bûne, hê kesî serî li qeymeqamtiyê nedane.